Meşa jinan a ji bo Denîz Poyraz hat astengkirin

  • 19:41 25 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP  û TJA’yê hat lidarxistin ji aliyê bi sedan polîsan ve hate astengkirin. Jinan li hemberî astengê dirûşm berz kirin û helwesta xwe bi hêz nîşan dan.
 
Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz xwestin li ber Perqa Karayolari kom bibin û meşê li dar bixin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, seroka komê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Pero Dundar, Semra Guzel, Ayşe Surucu, Remziye Tosun, çalekvanên TJA’yê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û ji bajarên Sêrt, Êlih, Riha û Amedê bi sedan jin li Mêrdînê kom bûn. Polîsan hîna di serê sibehê de dora avahiya HDP’ê û perqa Karayolari girt. Ango meş hate astengkirin lê jinan bi  dirûşman helwesta xwe nîşan dan. 
 
Jinên ku li ber deriyê avahiya HDP’ê kom bûne meşiyan û pêşiya wan ji aliyê bi sedan polis, maşîneyên zirxî û tomayan ve hate girtin. Polîsan gef li jinan xwarinû gotin ger wisa berdewam bike em ê we bigirin.
 
‘Armanc zêdetir HDP’yî bûn’ 
 
Meral Daniş Beştaş di daxuyaniya ku piştî astengkirina meşê de hat dayin axivî û wiha diyar kir: “Rêhevala me Denîz Poyraz bi qetlîamek ku di berê de hatibû rêxistinkirin de hate qetilkirin. Bû qurbana qetlîama sîyasî. Armanca wan ne tenê qetilkirina yek kesî bû. Li wir armanc hemû rêhevalên me yên partiye bûn. Me vê di van gotinan de dît dibejin; Çima Denîz bi tenê bû,  Çima bêhtir HDP’yî li wir nînbûn? Bi van gotinan re civakê mijûl dikin. Em vê yeke şermezar dikin. Yên ku van dibêjin jî yên ku ev qetilîam kirine ne.” 
 
‘Îqtidarə pişta qetlîamê girt’ 
 
Meral bal kişand ser koçberiya malbata Denîz û wiha berdewam kir: “Qetilkirina Denîz Poyraz qetlîamek ji rêzê nîne. Li pişt vê îqtidar û hevkarê wan  heye. Berê ku em vê yekê bêjin wan bi xwe xwe îlan kir. Serdozgerên wan, dadgerên wan û doza ku bi xwe ve dane girêdan wê wan danerizîne û wê pişta wan bigire. Heya niha serdozgerek negot ‘Bahçelî te li pişt jinek ku hatiye qetilkirin got terorîst'. Te bi kîjan mafî ev peyv bi kar anî. Te çawa ev qetlîamê meşrû kir. Tu çawa li pişt vê qetlîamê derketî.’Ji parastina qetlîamekê mezintir ma sûcek heye? Tune ye. ” 
 
‘Xebatên me asteng dikin’ 
 
Meral diyar kir ku wezîrê karê hindir wan naparêze li dijî wê xebatên wan asteng dikin û wiha berdewam kir: “Çar aliyên me bi polîsan hatiye dorpêçkirin. Destûr nedan em herin perqê. Walî gotiye ez bê sînor çalekiyan qedexe dikim. Li sînorên Mîdyat, Mêrdîn, Êlihê rê girtine. Lê belê Walî nikare gel temsîl bike, weke qayûm vê biryarê didin. Lewra ji wan re mîtîng, meş, serdan ango hertişt serbest e. Destûra bibîranîna rêhevala me ya ku li Îzmîrê hatiye qetilkirin jî  nedan. Hûn bi kîjan heq û hiqûqê vê pêk tînin.” 
 
‘Em ê tim serî hilbidin’ 
 
Meralê herî dawî wiha got:"Em berpirsyaran nas dikin. Ne tenê qetilkarê bi navê Onur, herdu polîsên ku li ber derî rawestiyane û çavê xwe girtine ji buyerê re ango piştgirî dane bûyerê, polîsên ku ew qetilkar parastine, ji medyayê û hemû siyasetmendarên ku polîtîkayên dijminatiyê didin meşandin sûcdar in. Ya rast em dizanin ku kes nayê darizandin. Onur jî nayê darizandin. Em ji ku dizanin ka niha li kîjan koşkê ye an jî di kîjan karê wan didin xebitandin. Karê me bi we heye hîna. Me pirsî û em bûyerê baş dizanin. Bi lezgînî ew girtin, ne lêpirsîn ne lêkolînek kirin. Em hertiştî baş dizanin  û embê dev ji vê dozê bernedin. Em ê lêpirsîn bikin û pêbbizanin. Embê jin dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê tim serî hilbidin.” 
 
Çalakî bi dirûşmên  “Wê têkoşîna me weke Denîz pêl bi pêl biherike”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehît Namirin” bi dawî bû.