Parêzer ji bo ku biçin li Îmraliyê hevdîtinê bikin serlêdan kirin

  • 16:14 25 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan.
 
Ji bo dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, parêzer Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Mazlûm Dînç, her wiha xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin.
 
Axaftina herî dawî ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hate kirin 25'ê Adarê bi rêya telefonê bû. Ev axaftin jî nîvco mabû.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rerzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve jî serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.