Qetilkirina Denîz Poyraz li Semsûrê hat şermezarkirin

  • 15:32 25 Hezîran 2021
  • Rojane
 
SEMSÛR - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê li Semsûrê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin. 
 
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semsûrê êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Meclîsa Jinan li ber avahiya HDP’a Semsûrê daxuyanî dan û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyanê bûn. Wêneyên Denîz Poyraz û pankarta “Denîz Poyraz nemir e” û “HDP Denîz e" hatin hildan. 
 
Di kêliya wê daxuyanî bihata dayîn de kesek nijadperest îşareta gurgeboz kir û qîra “tekbîr” da. Polîsan mudaxileyî vî kesî nijadperest nekir û paşê ev kes bi erebaya xwe li qorneyê da û ji cihê daxuyaniyê dûr bû. Jinan bertek nîşanî polîsan û kesê nijadperest dan. 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê Yeşîm Akgul daxuyanî da û destnîşan kir ku wê ev pêvajo wiha neçe, dê vê pergalê xera bikin û ew dixwazin komkujî û êşên bi serê Gelê Kurd ve tên bi dawî bibin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jinan li avahiya HDP’ê “Pirtûkxaneya Denîz Poyraz” avakirin.