Li girtîgehên Herêma Egeyê 102 binpêkirinên mafan rû dane

  • 15:27 25 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ya têkildarî binpêkirina mafên li girtîgehên Herêma Egeyê daxuyanî da bi lêv kir  lêgerîna tazî, cezayên dîsîplînê, lêdan, îşkence û gelek binpêkirinên mafan di girtîgehên Herêma Egeyê de zêde bûne û hat gotin li girtîgehên Herêma Egeyê di 2021'ê de 102 binpêkirinên mafan rû dane. 
 
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku derbarê binpêkirinên mafên girtiyan ên di nava 4 mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de, li girtîgehên Herêma Egeyê zêde bûne de amade kiribû, li avahiya xwe ji raya giştî re aşkere kir. Rapora komîsyonê li aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn ve hat xwendin. 
 
'Girtî bi binpêkirinên mafan rû bi rû dimînin'
 
Zafer, diyar kir ku ji ber rêbazên zordar û lihevnekirî yên li girtîgehan, girtî her roj bi dehan binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û dest nîşan kir ku sererastkirinên qanûnî şert û mercên înfaza girtiyan girantir dikin. Zafer,  bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha got: “Bi pandemiyê re, di girtîgehan de, binpêkirinên mafan ên cîdî zêde bûn. Divê saziyên peywedîdar li dijî van binpêkirinên mafan erka xwe bi cih bînin. Rayedarên girtîgehan di warê çalakiyên greva birçîbûnê de jî, prosedurên qanûnî bi cih nayinin. Divê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne, prosedur bên bicihanîn.”
 
102 binpêkirinên mafan rû dane
 
Zafer,  anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 1 a Kiriklarê, Li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Kiriklarê, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 1 a Şakranê, li GirtÎgeha Tîpa T a Jimara 2 a Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 3 a Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 4 a Şakranê, li Girtîgehên Tipên L ên Balikesîr û Kepsûtê, li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê yên Îzmîrê , di nava 4 mehan de, bi giştî herî kêm 102 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. 
 
Hin ji binpêkirinên mafan ên Zafer rêz kirin wiha ne: 
 
“*Di girtîgehan de nexweşiyên vegirtinê hene û ji bo vê bergiriyek baş tune ye.
 
* Îşkence û pêkanînên xirab zêde bûn.
 
* Gardiyan li girtiyan dixin û tundiyê li wan dikin. Qawişên girtiyan pir qerebalix in.
 
* Mafên dermankirinê yên girtiyan tên astengkirin.
 
* Bersiv ji bo daxwaznameyên girtiyan nayin dayîn, qedexeya çap û weşanê ya bi sînor li ser pirtûk, kovar û rojnameyan hate danîn.
 
* Girtî nikarin bi hevdu re û bi malbatên xwe re têkiliyek saxlem danîn. 
 
* Di girtîgehan de tecrîd zêde bûye.
 
* Cezayên dîsîplîn û hucreyê yên bi keyfî didin girtiyan.”