Stasyona bazê li gel bertekan di bin çavdêriya polîsan de hat çêkirin
- 14:56 25 Hezîran 2021
- Rojane
AMED - Li taxa Bagcilar a Amedê stasyona bazê ku şêniyên taxê li dijî derketin di bin çavdêriya polîsan de hat çêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û Şîrketa Xizmetên Ragihandinê ya Turkcellê li ser çêkirina stasyonên bazê ku li parkan û qadên bajêr werin çêkirin li hev kirin. Piştî vê lihevkirinê stasyonên bazê tên çêkirin.
Li kuçeya 1128’an a taxa Bagcilara navçeya Rezana Amedê du caran hat xwestin ku li parkê stasyona bazê were çêkirin lê şêniyên taxê li dij derketin û asteng kirin. Şîrketa ku stasyonên bazê çê dike vê sibehê çû wê parkê û di çavdêriya polîsan de dest bi avakirina stasyonê kir.
Şêniyên taxê bertek nîşan dan
Şêniyên taxê li parkê kom bûn û çêkirina stasyona bazê protesto kirin. Welatiyan dan zanîn ku ev stasyonên bazê tenduristiya mirovan dixin xeterê û ew ê destûr nedin ku were çêkirin.
Li parkê çêkirina stasyonê di çavdêriya polîsan de hat çêkirin û welatiyan demek li parkê bi lêdana çepikan çêkirina stasyon şermezar kirinû paşê belav bûn.