Şaredariya Panosê Navenda Bêhnvedana Jinê vedike
- 14:28 25 Hezîran 2021
- Rojane
AGIRÎ - Şaredariya Panosê ya HDP'yî ji bo li termînala wesayetan a navçeyê Navenda Bêhnvedana Jinê veke ket nava hewildanê.
Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo li termînala wesayetan a navçeyê Navenda Bêhnvedana Jinê veke ket nava hewildanê. Hevseroka Şaredariyê Muşerref Geçer û endamên meclîsê li termînalê ji bo tesîsê çavdêriyên xwe kirin.
Muşerrefê ya li termînalê bi jinan sohbet kir têkildarî projeyên xwe de agahî da. Muşerrefê da zanîn ew ê xebatên wan ên ji bo Navenda Bêhnvedana Jinê di rojên pêş de dest pê bikin.