Têkoşîna edaletê ya jinên di Konferansa Demokrasiyê de bû yek

  • 14:16 25 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Habibe Eren-Sena Dolar
 
STENBOL - Di Konferansa Demokrasiyê de têkoşîna jinan a edaletê deng da. Emîne Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê didomîne, Ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren, Dayika Aştiyê Guler Bugday û Gulsum Elvan dan zanîn ji bo edalet pêk bê, ew ji bo têkoşînê her amade ne. 
 
Konferansa Demokrasiyê bi armanca daxwaz û têkoşîna hevpar do bi dirûşma "Nan, Azadî, Edalet" hat lidarxistin. Tevî 220 hevgiran ji gelek aliyan welatiyên daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman beşdarî konferansê bûn. Beşdarvanan dan zanîn di pêvajoyeke bêedaletî belav dibe de hatina gel hevdu û yekîtiya bi hev re ji bo meşandina têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê bi wate ye. Her wiha beşdarvanan anîn ziman di serdema nû de êş ji tirsandinê mezintir in û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Emîne Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê didomîne, Ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren, Dayika Aştiyê Guler Bugday û Gulsum Elvan a di dema Serhildana Geziyê de zarokê wê Berkîn Elvan hat qetilkirin beşdarî Konferansa Demokrasiyê bûn. Xizmên wan di demên cuda de hatin qetilkirin. Ew têkoşîna ji bo edaletê didin. Jinên hewil didin bi destên xwe û bi piştgiriya gelan edaletê pêk bînin sedema beşdariya Konferansa Demokrasiyê vegotin. 
 
'Ez ji bo edaletê li vir im'
 
Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di Konferansa Demokrasiyê de daxwaza xwe ya edaletê dîsa anî ziman. Emîne Şenyaşar a "Nobeda edaletê" didomîne û di roja 109'emîn de ye wiha got:"Ez ji bo zarokên xwe hatim vir. Zarokê min ê girtî bila serbest bê berdan. Bila kesên vê komkujiyê dikin jî bên cezakirin. Wan zarokên min qetil kirin. Kujer tu cezayî nagirin û dimeşin. Ez ji bo edaletê li vir im."
 
'Baxçeyê ji her kesî re serbest e ji me re qedexe ye'
 
Emîneyê da zanîn dozger mecbûr e rastiyan derxe û wiha got:"Em serlêdanê jî dikin dozger qebûl nake. Me ji bo edaletê dest bi nobedê kir lê me nagirin baxçe jî. Baxçeyê ji her kesî re serbest e ji me re qedexe ye. Zarokên ewladê min ê kirine girtîgehê perîşan in. Heta edalet pêk bê em ê nobeda xwe bidomînin. Em zivistanî li wir bûn remezan hat me rojiya xwe li wir vekir. Ew ê nobeda me bidome. Heta sûcdar bên cezakirin. Min got belkî hêviyek, edaletek pêk bê em li dû dozger çûn lê tu bersiv nedan. Ez çûm Enqereyê jî lê li wir jî edalet tune bû. Bersiv nedan û edalet pêk naeanîn. Dewlet komkujiyê dike lê yên xizan tên girtin. Bila edalet pêk bê. "
 
'46 sal in em li edaletê digerin'
 
Îkbal Eren a birayê wê Hayrettin Eren piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'ê hat binçavkirin û windakirin da zanîn ew ji 40 salî bêtir têkoşîna edaletê didin û wiha got:"Bi salan e em li vî welatî li edaletê digerin loma divê em vir ban. Daxwaza ewqas hevgiran edalet û demokrasî ye. Herkes li cihê ku lê ne ji bo demokrasiyê çi ji destên wan bê divê bikin. Mirov li cihên ku rûniştine tên kuştin. Kesên alîgirên aştî, demokrasî, hiqûq, edaletê ne divê divê li gel hevdu bin û divê têkildarî tiştê dê bê kirin biryarê bidin."
 
'Bi salan e em têdikoşin'
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday da zanîn edalet û demokrasî şerdên pêş ên aştiyê ne û wiha got:"Em li ku bin bila be em ê dewam bikin ku bibêjin heq, hiqûq, demokrasî. Bi salan e em ji bo vêya têkoşînê didin. Em hêvî dikin bi milyonan mirov bê şer, civakekê ava bikin û bi milyonan azadiyê bînin ziman. 
 
'Ez ê tim piştgiriyê bidim yekîtiyê' 
 
Gulsum Elvan a di dema Serhildana Geziyê de zarokê wê Berkîn Elvan hat qetilkirin wiha got:"Daxwaza min a edaletê didome. Ew ê têkoşîna min a di vî warî de bidome. Ez ê ji bo hemû zarokên me vê têkoşînê bidomînim. Em jin vê têkoşînê bidomînin wê zarokên me jî di bin ewlehiyê de bin. Hefteya borî Denizê qetil kirin. Jin dema bên gel hevdu ew ê tiştek bibe. Ez ê tim piştgiriyê bidim yekîtiyê."