Emîne Şenyaşar dê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne

  • 12:01 25 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li Stenbolê beşdarî Konferansa Demokrasiyê bûn dan zanîn ku ew ê hevdîtinên xwe yên ji bo daxwaza piştevaniya hiqûqî bidomînin. 
 
Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 109'emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a hefteyê 5 rojan li pêş edliyeyê nobeta edaletê girt, di çarçoveya serdanên piştevaniya hiqûqî de 2 roj in li Stenbolê ye. Malbat duh li Stenbolê tevlî Konferansa Demokrasiyê bûbû. Wê malbat îro jî biçe serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê û daxwaza piştevaniya hiqûqî û edaletê bike. 
 
'Em ê piştevaniya hiqûqî bixwazin'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 2’yemîn de li Stenbolê berdewam dike. Em ê îro bibin mevanê Ûlûsal Tv’yê. Em ê bi Serokê Baroya Stenbolê re hevdîtinê bikin û ji bo doza komkujiya nexweşxaneyê piştevaniya hiqûqî bixwazin. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin.”