Emîne Şenyaşar ji bo sersaxiyê çû şîna Deniz Poyraz
- 08:45 25 Hezîran 2021
- Rojane
STENBOL - Emîne Şenyaşar a ji bo Konferansa Demokrasiyê çûbû Stenbolê ji bo sersaxiyê çû şîna Deniz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo Denîz Poyraz a di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hati qetilkirin şîn danî. Serdanên ji bo şînê didomin. Di roja 4'emîn a şînê de Emîne Şenyaşar a ji bo Konferansa Demokrasiyê çûbû Stenbolê û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji bo sersaxiyê çûn şînê.
Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elif Bulut û Erdal Avci serdanên ji bo şînê pêşwazî kirin.
Emînê û Ferît û saziyên din ên çûn serdanê sersaxî xwestin û peyama piştevaniyê dan.