Polîsan daxuyaniya EŞÎK'ê asteng kirin

  • 13:32 24 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Polîsan daxuyaniya EŞÎK'ê ya hat xwestin têkildarî Peymana Stenbolê li ber Dadgeha Bilind bê dayin, asteng kirin. 
 
Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) ji bo serlêdana wan a têkildarî betalkirina Biryarnameya Serokomariyê ya bû sedema feshkirina Peymana Stenbolê bigirin serî xwestin daxwaznameyê bidin. Loma li ber Dadgeha Bilind jin li hev civiyan. Lê polîsan jin asteng kirin. Polîsan destûr dan tenê wekî temsîlî çend jin têkevin avahiyê û daxwaznameyê bidin. Her wiha polîsan nehiştin jin daxuyaniyê bidin û jin ji qadê dûr xistin .
 
Ji platforma EŞÎK'ê Hulya Gulbahar li ser hesabê xwe yê twittirê wiha got:"Li dijî azadiya çapemeniya makeqanûnî û dayina daxwaznameyê mudaxale hat kirin. Nahêlin hevalên me bên gel hevdu. "