Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

  • 13:02 24 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Di 23’yê îlonê de bi hinceta “Nexşerêya" ku di sala 2019’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Abdullah Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a çileya 2021'an de derket holê ku cezayekî dîsîplînê yê nû dane Abdullah Ocalan. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.
  
Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû.