Pero Dundar: Bila herkes xwe bike Denîz û were meşê

  • 12:00 24 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - HDP  û TJA'yê wê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li Mêrdînê li Perqa  Karayolari kom bibin û bimeşin. Rêxistina HDP û TJA’yê ji bo çalakiya ku wê di 25’ê mehê de li dar bixin bang li gel kirin.
 
Meclîsa Jinan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li Mêrdînê li Perqa Karayolari di demjimêra 16.00’an de wê meşê li dar bixin. Îro bi civîna çapemeniyê re bang li gel kirin ku tevlî meşê bibin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remzîye Tosun, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, meclîsa HDP’ê ya Jinên Ciwan, aktivîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de Perîhan Agaoglu bi kurdî û Pero Dundar jî bi tirkî daxuyanî da.
 
‘Pêwîst e herkes sekna xwe nîşan bide’
 
Perîhanê wiha dest bi axaftinê kir:“Bi qetilkirina Denîz Poyraz re xwestin peyamekê bidin me hemûyan. Xwestin gefê li hemû kurdan bi taybet jî li jinan bidin xwarin. Pêwîst e gelê me li dijî êrişên nîjadperest û zayendperest hestên xwe nîşan bidin. Pêwîst e rêxistina xwe xurt bikin û sekna xwe biparêzin. Sibehê werin hûn jî piştgirîyê bidin serhildana me. Herkes di saet 16:00’an de li Perqa Karayolari werin ba hev."
 
‘Pêwîst e gel bêje em Denîz in’
 
Peroyê jî bal kişan ser kujeran û wiha bangî gel kir: "Em kujeran û armanca wan baş dizanin. Pêwîst e li dijî wê em helwesta xwe jî nîşan bidin. Îro îqtidar kujeran diparêze û gelê kurd ê ku li dijî qetlîamê serî hildide jî asteng dike û êrişê wan dike. Em bang li hemû gelê xwe dikin.  Pêwîst e herkes xwe bike Denîz û bi wî rengî tevlîbûnê çêbike. Bila gel bêje Denîz ez im. Em ê bi hev re serî hildin. Bila kes li malên xwe rûnenê. Ev ne çareserî ye, hûn jî werin û hêza xwe nîşan bidin."