Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meş li dar xistin

  • 10:07 24 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz li gelek taxên navçeya Rezan meş li dar xistin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, bi armanca şermezarkirina êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz, duh êvarê li gelek taxên navçeya Rezan a Amedê meş li dar xistin. Ciwanan, di meşê de dûrişmeyen "Denîz Poyraz nemir e" , "Wê ciwan hesab ji kujeran bipirsin" , "Ev hê destpêk e wê têkoşîna me bidome" û "Şehîd namirin" berz kirin.