Şandeya KNK’ê serdana Mexmûrê kir

  • 09:44 24 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Şandeya KNK’ê ya ku demek dirêje ji bo avakirina yekitiyê di nav hewldanan de ne, hat serdana Wargeha Mexmûrê û li cihên ku hatî bombekirin ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya KNK'ê Zeynep Murad di serdanê de got: "Ji bo piştgiriyê em hatin wargehê û em bang li rayedarên hikûmeta Îraqê û saziyên navdewletî dikin ku xwedî li vî gelî derkevin.” 
 
Şandeya Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) a ku ji bo yekitiyê li Herêma Federal a Kurdistanê demek dirêj e hevdîtinan pêk tîne hat serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Di nav şandeyê de Hevseroka Giştî ya KNK'ê Zeynep Murat, endama KNK'ê yê Başûr Awrîn Mihemmed Kaldî û  endamê KNK'ê mamoste Çeko Birandî cih digire. Şande di destpêkê de Saziya Malbatên Şehîdan ziyaret kir û piştre jî çûn cihê bûyera ku bi balafirên dewleta Tirk hatî bombebarankirin. Şande bi gel re civiya.
 
'Li vir mafê mirovan tê binpêkirin'
 
Hevseroka KNK’ê Zeynep Murat di civînê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em weke şande hatîn serdana Wargeha Mexmûrê. Em hatin cihê hatî bombekirin. Bi rastî em şaş man, em dibînin derdora me ne baragahên leşkerîne hene, tenê dibistan hene, dibistana seretayî, navîn û amadeyî hene. Her wiha cihê ku kêm endaman jî li vir heye, mirov pir şaşmayî dimîne. Bi rastî nava dilê Wargeha Mexmûr dane. Ev parqekî giştî jî li vir heye û danê êvarê zarok li vir kom dibin top dilîzin. Ev bixwe binpêkirina mafê mirovane. Ne qanûnên navdewletî û ne jî qanûnên mirovahiyê de hîç wextekê di prensîbên Kurdewariyê de û netewatiyê de nayê qebûl kirin. Em weke heyeta KNK’ê hatîne wargeha Mexmûr û piştgiriya xwe didin gelê wargehê. Di heman demê de bang dikin ku hemû rayedarên hikûmeta Îraqê û saziyên navdewletî xwedî li vî gelî derkevin.” 
 
'Ji bo yekitiyê hevrengiya Gelê Kurd pîroz e'
 
Leyla Arzu Îlhan jî li ser navê gelê wargehê axivî û got: "Em li ser navê gelê wargehê, di pêvajoyeke wisa giran de hatina şandeyê û tenê nehişitina wan spas dikin. Em bi dilxweşî xebatên wan dişopînin û em bi hêvîne ku bi van xebatan em ê bikarin çarenûsekî azad ji bo Gelê Kurd bidin nîşandan. Bi meşandina xebatên xwe wê bi karinin helwesta gelê Başûr, helwesta dezgehên Başûr, helwesta partiyên siyasî yên Başûr bi karibin bi xebata xwe bi guherin. Xebata didin meşandin ji bo yekitiya Gelê Kurd ji bo hevrengiya Gelê Kurd em pîroz dibinin û em ji bo wan serkeftinê dixwazin."