‘Tirkiye divê bi komkujiyan re bê rû hev’

  • 09:02 24 Hezîran 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên tevlî sersaxiya ji bo Denîz Poyraz bûn, diyar kirin ku êrîş li hember Gelê Kurd û demokrasiyê ye û gotin divê Tirkiye bi komkujiyan re bê rû hev û li dijî faşîzmê têbikoşe.
 
Di 17’ê Hezîranê de kesê bi navê Onur Gencer, li hember HDP’a Îzmîrê êrîş pêk anî û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Bertekên li dijî  komkujiyê didomin. Piştî qetilkirina Denîzê ji 19’ê Hezîranê û vir de li Îzmîr û navçeyên wê, li gelek bajarên din sersaxî tên qebûlkirin û çalakiyên nobetê pêk tên. Jinên diçin sersaxiyê diyar kirin ku êrîş li hember Gelê Kurd û demokrasiyê ye.
 
Hevseroka Komeleya Elewiyan (DAD) Nebahat Çelîk, teşeyê pêşwazîkirina gumanbar Onur Gencer a ji aliyê polîsan ve, rexne kir û wiha got: “Polîsa ji wî re gotin ‘bira’ û kurd jî bi îşkencê binçav kirin. Gumanbar bi wêrekî got ‘çend kes hebûna jî minê bikuşta’. Tirkiye ji bo carek din bi van tiştan re neyê rû hev dibê bi pirsgirêkan re bên rû he. Nizanim ka dikare bike an na. Sedat Peker got ‘Bila Elewî baldar bin’.  Emniyetê gazî Celal Firat (berpirsê komeleya elewiyan’ kir û got amade bin. Canekî me heye, gelo em amadekariya çi bikin? Divê tu xwedî lê derkevî. Ger agahiya te hebe divê tu tedbîrê bigirî. Ev bi tena serê xwe neqebûlkirine. Divê em hemû xwe rexne bikin. Divê em xwe rêxistin bikin.”
 
‘Heta em nebin yek wê zilm bi dawî nebe’
 
Dayika Aştiyê Nufusa Ataç jî bi lêv kir ku ev êrîş hezar salin li ser kurdan didomin û wiha dirêjî dayê: “Heta yekitiya me hebe tiştek bi me nayê. Ger em li dijî zilmê bêdeng bimînin ev zilm bi dawî nabe. Em dest bidin hev wê bi ser nekevin. Ez bang li Barzanî dikim. Bila yekitiyê xera neke. Îro baş e wê sibê bibin Fîravun.”
 
‘Êrîş plankirî ne’
 
Xebatkara HDP’ê Emîne Alagoz jî destnîşan kir ku bi salan e şahidiya komujiyan dikin û berdewam kir: “Em ji malbata Denîzê re sersaxiyê dixwazin. Em amade ne. Em ê li partiya xwe nobetê bigirin. Li aliyekê dozê li partiya me vedikin li aliyê din xebatkara me qetil dikin. Ev êrîşek plankirî ye.  Ji ber vê divê em ji bo her tiştî amade bin.Em aştiyê dikarin bi hêzên demokratîk re ava bikin.”
 
Nurcan Acar a HDP’î jî destnîşan kir ku ku kurd di komkujiyan re tên d erbaskirin û wiha dawî lê anî: “Em dixwazin aştî hebe. Ev bi rastî jî zilm e. Bila xwedê mafê wê nehêle. Kujer diyare, mafya ye, dewlet e.” 
 
Fatma Gumuş ya HDP’î jî komkujî şermezar kir û daxuyakirin ku mêran jin û zarok qetil kirin û got hemû êrîş berhemên mêran e.