Perîhan Agaoglu: Em ê tecrîdê bişkînin û êrişan vala derxin

  • 09:01 24 Hezîran 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Perîhan Agaoglu têkildarî tecrîd û êrişên li ser kurdan pêk tên da zanîn wê tecrîdê bişkînin û êrişan vala derxin û wiha got:"Mixabin bi her awayî êrişek mezin li ser gelê kurd tê meşandin. Bi van êrişan re jin ango hemû civak bandor dibe. Pêwîst e em gelê kurd û gelên tirkiyeyê jî van mijaran baş binirxînin. Pêwîst e em çareser bikin û li dijî êrişan jî rêxistina xwe xurt bikin."
 
Di pêvajoyên dawî de tecrîd û polîtîkayên êrişên li ser kurdan û partiya HDP’ê tê meşandin di rojevê de ne. Ango bi her awayî kurd di hedafa îqtidara AKP û MHP’ê de ne. Bi tecrîd, êriş û gefan hewil didin HDP'ê û têkoşîna ji bo azadiyê tasfiye bikin. Hevseroka  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê mezin a Mêrdînê Perîhan Agaoglu di derbarê rojeva tirkiyeyê û kurdan de ji ajansa me re axivî.
 
'Em dijminatiya wan baş dizanin'
 
Perîhan wiha dest bi axaftinê kir:"Ji bo ku em HDP’ê, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî binirxînin di serî de pêwîst e em pirsgirêka kurd binirxînin. Ne gelek dûr em ji pêvajoya aşitiyê dest pê bikin. Bi hevdîtinên ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hatine kirin re deriyên aşitiyê hatin vekirin. Ger pêvajoya dewam bikira dibe ku meseleya kurd bihata çareserkirin. Lê dewleta tirk car din bi polîtîkayên xwe yên îxanet û êrişa taybet nêz bû. Ev pêvajo weke fersend ji xwe re dîtin û bi zanebûn amedekariyên êrişên mezin dikirin. Polîtîkayên xwe yên êrişê car din xistin dewrê. Em bi dijminatiya wan baş dizanin. Heta niha jî em encamên van kiryaran baş dibînin. Qetilkirina xweza, nîjad, ziman û hebûna kurd dikin. Dijminatiyek wisa didin meşandin ku tehemula hebûna kurd jî nakin."
 
'Tecrîd dijminatiya li dij kurdan e'
 
Perîhanê da zanîn tecrîd her ku çû girantir bû û wiha dewam kir:"Ev 22 sal in tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin û bi van kiryarên xwe yên êrişên taybet re tecrîd her ku çû hat girankirin. Çawa ku tecrîd hate girankirin kelepçeyên li dij aştiyê jî roj bi roj şidiyan. Ji ber ku îqtidara heyî ji qetilkirin, şer û tundiyê xwe têr dike. Li dijî aştiyê her tim şer parast û bû sedem ku bi hezaran can jiyana xwe ji dest bidin. Tecrîd qetilkirina gelan e, dijminatiya li dij kurdan e, faşîzm e, zayendperestî ye, nîjadperestî ye ango bi kurtasî bi awayekî fîzîkî û rihî tunekirina gelekî ye. Ji ber vê sedemê pêwîst e em hemû gelê kurd di vê mijarê de şiyar bibin û li dijî tecrîdê bi rêxistin bibin. Li dijî tecrîdê jî em ê timî têkoşîna xwe ya mafdar bidin berdewamkirin. Îro bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û daxwaza wan demokrasî ye."
 
'HDP bi milyonan gel e'
 
Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan li ser êrişên li ser HDP’ê û biryara ji bo girtina HDP’ê û wiha got:"Em weke HDP’ê tu carî di nava çar dîwaran de asê nemane. Îro girtina HDP’ê ji ber wê yekê biryareke şaş e. Çiqasî deriyên avahiyên me bigirin jî wê nikaribin me asteng bikin. Ji ber ku em vîna bi milyonan gelan e. Bi milyonan gel HDP bi xwe ye. Yên ku polîtîkayên me dizanin me nas dikin. Me her tim li dijî şer û polîtîkayên dijminatiyê serî hilda. Me xwe kir mertal. Weke ku min di serî de jî anî ziman îqtidara ku xwe bi xwînê li ser piyan digire îro polîtîkaya me ya aştiyê erê nake. Yê ku bikare li dijî zilma wan serî rake dixwazin bê serî bihêlin. Lê rêxistina HDP’ê serî natewîne. Nikarin vê pêk bînin. Îro em li kolanan, nava malan, di dilê zarok û jinan de ne. Me ji bo jinan, ji bo zarokan, ji bo hemû ferdên civakê polîtîkayên xwe dan meşandin. Em ne berjewendiyên xwe û malbata xwe em li berjewendiyên gelekî fikirîn. Em berjewendiyên hemû gelan fikirîn."
 
'Em dizanin li Tirkiyeyê hiqûq tune ye'
 
Perîhanê li ser polîtîkayên îqtidarê yên li ser HDP’ê tên meşandin berdewam kir û got: "Em di roja îro de jî vê dijminatiya îqtidarê  li dijî gelê kurd dibînin. Tehemula wan ji partiyek ku gelê kurd temsîl bike re tune ye. Ne ziman, ne jî hebûna me tehemûl dikin. Partiya me ji bo ku partiyek din dixwaze tê girtin. Em dizanin li Tirkiyê qiqûq û dad tune ye. Lê ev di tu zagonan de heta niha derbas nebûye. Partiyek ku bi milyonan kesî temsîl dike û vîna wî gelî ye bi hêsanî tê girtin. Lewra nîqaşkirina vê jî şerma Tirkiyeyê ye. Ji çar alî ve jî êrişên xwe didin meşandin. Bi sedan rêhevalên me weke Denîz Poyraz qetil kirin û wan weke 'terorîst' bi nav kirin. Wijdan û dirustî li gel wan nemaye. Bi polîtîkayên didin meşandin re êrişên li dijî kurdan û HDP’ê jî rewa dikin."
 
'Divê gel pêvajoyê baş binirxîne'
 
Perîhanê herî dawî wiha axivî:"Rojeva me tije ye. Mixabin bi her awayî êrişek mezin li ser gelê kurd tê meşandin. Bûyer û nirxandinên em bikin gelek dirêj in. Bi van êrişan re tecrîd, polîtîkayên şer bandorek çawa li jinê dike, bandorek çawa li civakê dike? Ev mijarên ku bi dirêjahî em li ser werin rawestine. Pêwîst e em gelê kurd û gelên Tirkiyeyê jî van mijaran baş binirxînin. Pêwîst e em çareser bikin û li dijî wan jî rêxistina xwe xurt bikin. Bila neyê jibîrkirin ku yekitî û rêxistinbûyîna me ji hemû cure çek û îqtidaran bi hêztir e. Ger em bibin yek em ê tecrîdê jî bişkînin, em ê xwedî li vîna xwe jî derbikevin û em ê şer ji bidin rawestandin. Ev di destên me de ye. Niha rola me gelê kurd ango bi taybet jina kurd gelek mezin e. Niha dem dema xwedîderketina li vîna xwe ye. Her ku em bêdeng dimînin êriş jî dijwartir dibin. Bila êdî bizanin ku her ku ew êriş giran kirin wê serhildana me û têkoşîna me du qat mezintir bibe."