Zaroka Yucel Koç destdirêjî lê kir banga alîkariyê kir

  • 16:31 23 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zaroka ku di parvekirina xwe de diyar kir dema 8-9 salî bûye bavê wê Yucel Koç destdirêjî lê kiriye, ji ber ku gûmanbar di daneşîna xwe ya dawîn de serbest hat berdaan  bang li raya giştî kir. 
 
Li ser platforma medya dijîtal Twîterê zarokê diyar kir ku dema 8- 9 salî bûye bavê wê Yucel Koç destdirêjî lê kiriye. Zarokê destnîşan kir ku ji ber zextên bavê xwe destdirêjiya lê hatiye kirin ji tu kesî re negotiye û piştre bi dayika xwe re parve kiriye. Herwiha zarokê got ku dema bi dayika xwe re jî bûyer parve kiriye kesê bi navê Erdal şîdet li wan kirye û nehiştiye ku ji mala lê dimînin derkevin. 
 
Banga piştevaniyê
 
Zarokê anî ziman ku gûmanbar Yucel Koç şîdet li xuşk û dayika wê jî kiriye, 2 sal in ji gûmanbar cuda bûne lê li gel vê jî gûmanbar her roj ew tehdît kirine û gûmanbar duh jî di daneşîna xwe ya dawîn a dozê de serbest hatiye berdan. Zarokê ji ser Twîterê banga piştevaniyê li raya giştî kir û got, "Ez 17 salî me, ez tişta bi serê min de hatiye qebûl nakim û min heq nekiriye. Êdî hêza min nemaye û bibin dengê min."