Li Sêrtê ji bo Denîz Poyraz mevlûd hat dayîn
- 15:52 23 Hezîran 2021
- Rojane
SÊRT - Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê ji bo Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin mevlûd da.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, ji bo Denîz Poyraz a ku di encama êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îmzmîrê de ji aliyê Onur Gencer ê faşît ve hat kuştin mewlû da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî mevlûdê bûn.
Herwiha serdana şêniyên bajêr ji bo sersaxiyê jî berdewam dike.