Heyeta jinê çû serdana malbata Denîzê: Dê ala têkoşînê nekeve erdê

  • 15:39 23 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Heyeta ku ji hevkarên HDP û HDK'ê pêk dihat, çû serdana malbat Denîz Poyraz. Di serdanê de Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û bi gotina, "Dê ala têkoşînê ya Denîzê nekeve erdê. Em hemû Denîz in, em hemû Denîz Poyraz in û wê Denîz neqedin." bersîv da Serokê Giştî yê MHP'ê. 
 
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinê, parlamentera DHP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Hevberdevka Giştî ya HDK'ê Esengul Demîr, Hevberdevka Pariya Çep a Keskan Ayşe Erdm, Endama MYK'a Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, Piştevaniya Mor, Jin bi Hev re Bi hêz in, Komeleya Nivîskarên Jin a Îzmîrê û Meclisa Jinan a KESK'ê, çûn serdana malbata Denîz Poyraz a ku di êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin. Heyeta ku serdana malbatê kir pişt re çû ber nûneriya HDP'ê ya li Çîmentepeyê û daxuyanî da.  
 
'Em gumanbaran nas dikin'
 
Parlamentera DHP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay destpêkê axivî û diyar kir ku ev êriş ne tenê li dijî Denîz Pouyraze û wiha got: “Ev êriş li dijî gelê Kurd, jinên Kurd û têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiyeyê ye. Em kujeran nas dikin. Ji xwe, ew bi xweşe xwe aşkere dikin.”
 
'Dê ala têkoşîna wê nekeve erdê'
 
Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Bajaran jî got, “Berî her tiştî serê gelê me saxbe. Ez di wê baweriyê de me ku ala têkoşîna rêhevala me Denîz wê tu carî nekeve erdê. Em ji Kadîfekaleyê, bang li kesên pirsa Denîz kiye? dikin. Em in Denîz Poyraz. Em in ên ku ji ber polîtîkayên bişavtin û sûc ji axa gundên xwe hatin derxistin û hatin metropolên bi hezaran metre dûrî me. Denîz Poyraz xizma mirovên ku di korîdorên tarî yên salên 90’î hatine qetilkirin de ye. Poyraz dengên Mirovnên Dayikên Şemiyê ye. Banga Dayikên Aştiyê ye. Dengê girtiyên 209 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe didine. Dengê Leyla Guven û Ayşe Gokhan e.”
 
'Têkiliyên kujer lêkolîn nekirin'
 
Ayşe, da zanîn ku dijminantiya kurdan a tifaqa AKP-MHP’ê mîna betonê ye û wiha bilêv kir: “Li welat, kesên li dijî tetîkêşiyê, di hedefa tifaqa AKP û MHP’ê de ne. Di encama dijminantî, kîn û nefreta vê tifaqê de, li avahiya rêxistina me ya Îzmîrê komkujiyek pêk hat. Bi rojan e me îşaret bi van kiryaran dikik. Bi israr me got ku bersûc yek bi tenê nîne. Kujer jî got li pişt wî kesek tune ye. Miduriyeta Polîsan jî tavilê gotibû ev buyerek ‘takekesî ye.’ Berî ku 24 saet derbas bibin ev kujer hat girtin. Bi zanebûn têkiliyên Onûr Gencer nehatin lêkolînkirin. Ji ber ku Navenda Giştî ya MHP û Qesrê wê xwe daban nîşandan. Rewş wisan bû jî. Li vî welatî tifaqa AKP-MHP'ê ye heye ku yekperest e û êrişî yên li hemberî xwe dike. Di encama polîtîkaya dijminîkirinê ya vê tifaqê de, avêtin ser avahiya partiya me ya Îzmîrê û komkujî kirin.”
 
Ayşe got, "Ji wan heye ku bi êrişan dikarin têkoşîna me ya rêxistinbûyî ji hev belav bikin. Lê belê divê her kes zanibe; Em ê xeyalên Denîz pêk bînin û paşerojeke ronî ava bikin. Dema ku jin li hev kom bûn, wê bi têkoşîna hevpar paşeroja ronahiyê ava bikin."
 
Piştî Ayşeyê Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axivî û got ku ew êşa malbata Denîzê parve dikin.
 
'Denîz ber bi ronahiyê ve diherike'
 
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî, wiha got: "Denîz ne tenê Denîza min e. Denîz Denîza Gelê Kurd e. Denîz ber bi ronahiyê ve diherike, Denîz ronahî ye. Denîz wê bibe wesîleya aştiyê." 
 
Heyet piştî daxuyaniyê çû avahiya HDP'ê ya Îzmîrê.