Polîsan êrişî jinên ji bo Denizê çalakî li dar xistin, kirin

  • 14:53 23 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinên ku xwestin konê li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatiye danîn, were rakirin, kirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbata Denîz Poyraz a di êrişa ser Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû kuştin kirin û pişt re hatin kolana ku avahiya partiya wan lê ye. Jinan tabelaya ku bi rengê mor amade kir û nav û wêneyê Denîz Poyraz li serê ye bi kolanê ve daliqand. 
 
‘Ji bo ku partiya me bikin hedef ev konê kujer danîne’
 
Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay, li ser navê jinên ku xwestin konê li pêş avahiya HDP’ê hatiye danîn were rakirin axivî û wiha got: “Ev kon ji aliyê Walitiya Îzmîrê û Qesrê ve hatiye danîn. Ji bo ku partiya me bikin hedef ev konê kujer danîne vir. Hevrêya me Denîz ji aliyê kesekî ku li Sûriyeyê perwerde dîtiye ve hat qetilkirin. Ev kon konekî kujer e. Em dixwazin ev konê kujer ji vir were rakirin. Ev gule li mirovahiyê hatine reşandin. Em ji ber vê yekê navê vê kolanê dikin Denîz Poyraz.”
 
Jinan xwestin çalakiyê li dar bixin
 
Piştî axaftinên hatin kirin, jinan xwest bimeşin. Polîsan destûr neda meşê û jin dorpêç kirin. Pişt re jinan li ser Bûlwara Şaîr Eşref rê li trafîkê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li vir axivî û wiha got: “Konê ku hatiye danîn, partiya me hedef dide nîşandan. Ev kon ji bo provakasyonê danîne vir. Ev kon ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve danîne vir.”
 
Ayşe bertek nîşanî polîsên ku destûr nedan jinan da û got: “Hûn berpirsyarê qetilkirina Denîzê ne.”
 
Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinên ku çalakiya xwe ya rûniştina domandin kirin. Piştî êrişê jin derbasî avahiya HDP'ê bûn.