Emîne Şenyaşar ji ber nerehetiya xwe li malê nobedê didomîne

  • 13:37 23 Hezîran 2021
  • Rojane
 
RIHA - Di 107'emîn roja nobeda "Edaletê" de Emîne Şenyaşar ji ber nerehetiya xwe li malê nobedê didomîne. Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê çalakiya xwe didomîne. 
 
Çalakiya nobeda “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 107’emîn de didome. Emîne Şenyaşar a ku do li baxçeyê edliyeyê ne rehet ket ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê îro nehat ber edliyeyê. Nobeda xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. 
 
Ferît Şenyaşar ê saetên serê sibehê hat ber edliyeyê dowîzên bi nivîsên "Yek kes jî ji ber komkujiyê nehat girtin","Edalet" danî ber xwe. Wêneyên ambûlansa hatibû texrîbkirin û parvekirina têkildarî çavdêriya xebatkarê tendirustiyê ya roja êrişê di şovaleyan de bi cih kir. 
 
Agahiyên têkildarî nexweşxaneyê hatin parvekirin
 
Li ser hesabê medyaya dijîtal a malbatê jî twita, "Cih: Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Dîrok: 14.06.2018, Êrişkar: Parlamenter Yildiz û malbata wî, çavdêriya bijîşk a têkildarî roja bûyerê " ya xebatkarekî tendirustiyê parve kiribû hat parvekirin û Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca hat etîketkirin. 
 
Malbatê di parvekirinên xwe de ev tişt got:"Hevalno bîska berê em ji nexweşxaneyê veqetiyan, me bi sê hekîmê beşa lezgîn, yek teknîk û bi tendirustvan re hevdîtin kir. Di nava nexweşxaneyê de înfaz hatiye kirin, nexweşek bi travmaya serî hatiye nexweşxaneyê, bi tupê oksîjenê li serî dane. Bijîşk dema nexweşek CPR dikir li aliyê din du şarjor hatine berdan. Birîndarê din tê kêrkirin û yên kêr dikin derdikevin derve. Tenduristvan mudaxale dikin û ev rewş gelek carî diqewime. Stûyê birîndarekî tê jêkirin, gef li tenduristvanan tê xwarin. Ewlehiya can tune ye. Ev yek ji aliyê peywirdarên ewlehiyê ji nedîtî ve tê. Xizmên parlamenter berê qamerayên nexweşxaneyê texrîb kirine. Odeya Tabîban a Rihayê hewil dide agahiyên têkildarî bûyerê zelal bike."
 
'Hiqûq û edalet li ku ye?' 
 
Di berdewamiya parvekirinê de malbatê wiha got:"Ji bo em dengê xwe nekin li ber eldiyeyê her dem mudaxaleyî me dikin. Me xwe gihaşt çavdêriya bijîşk a derbarê roja bûyerê de. Ji kerema xwe çavdêriya bijîşk hês bikin û bixwînin. Sûcê mirovatiyê hatiye kirin. Derbarê bûyerê de kes negirtin. Heq, hiqûq û edalet li ku ye?"