Li Mexmûrê koma 95’an çalakiya greva birçibûnê dewir girt

  • 11:12 23 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 95’an dewir girt. Çalakî 188 roj in didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 188 roj in berdewam dike îro koma 95'emîn dewr girt. Merasîma dewrgirtinê bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê çalakvanan Leyla Çelîk axivî û got: “ Di destpêkê de em di kesayeta şehîd Leyla Agirî û Şehîd Denîz Poyraz de hemû şehîdên meha hezîranê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Em civaka kurd di demek dijwar re derbas dibin, ev dem ji bo me dema hilweşandina mejiyê îxanetê ye, dema parastina şeref û rumetê ye. Ji bo her kurdek bi şeref dema wijdanê ye, dema parastina Kurdistanê ye. Ji mirovan bigire heya xwezaya Kurdistanê tê firotin û dagir kirin. Li dijî Gelê Kurd li her deverê bi awayek wehşane û top yekun êrîş tên pêk anîn. Divê weke gel em jî top yekun li hember bi sekinin. Tolhildan li hember qirkirina jinan, tolhildan li hember qirkirina xweza û rumetê, tolhildan li hember dagirkerî û îxanetê, ev dem dema parastina rumet û nasnameya kurdbûyînê ye. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin rabin ser piyan û dakevin qadan.”
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana gerîlla” bi dawî bû.