Nehle Mistefa: Em soza berdewamiya têkoşîna şehîdên Helincê didin

  • 09:09 23 Hezîran 2021
  • Rojane
Gulistan Hissein Hamid
 
HELEB - Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nehle Mistefa têkoşerên komkujiya Helincê bi bîr anî û got: "Dewleta tirk ji hêz û îradeya jina azad ditirse, loma di êrîşan de jinên pêşeng û azadîxwaz dike armanca xwe."
 
Dewleta tirk di 23'yê hezîranê de bi balafirên keşifê êrîşî gundê Helincê ya Kantona Kobanê kir û di encama êrîşan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl  û Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera 1'emîn komkujiya Helincê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nehle Mistefa ew bi bîr anî û nêrîna xwe parve kir.
 
'Bi hedefgirtina jinan dixwazin îradeya jina azad bişkînin'
 
Nehle di destpêka gotina xwe de her sê jinên pêşeng bi bîr anî û got: "Bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên pêşeng Zehra, Hebûn û Emîne em bi rêzdarî bi bîr tînin û soza dewamkirina têkoşîna wan didin. Meha hezîranê di dîroka tevgera azadiya jinê de, mehekî pîroze û ya şehîdan e. Dewleta tirk divê mehê de herdem komkujî pêk tîne û dîroka xwe ya qirêj dewam dike. Her wiha desthilatdar ji hêz û îradeya jinê ditirse, loma di her firsendî de êrîşî destkeftiyên jinan dike. Jinên ku serî li hember zihniyeta desthilatdar a faşîst radikin dibin armanca êrîşan. Her wiha desthilatdar dixwaze bi qetîlkirina jinan qirkirina gelan pêk bîne. Em temaşe bikin jinên pêşeng her tên hedefgirtin, bi vê yekê dixwazin tevgera azadiya jinê lawaz bixînin û tirsek di nava jinan de avabikin."
 
'Dewleta tirk ji hêz û îradeya jinê bi tirse'
 
Nehle teqez kir ku komkujiya Helincê berdewamiya komkujiya Parîsê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewleta tirk ji ber hêza jinê ya ku di nava civakê de wekheviyê ava dike ditirse yekemîn êrîş dibe ser wan. Em ji bîra nakin di 9'ê Çileya 2013'yan de komkujiya Parîsê bi destê îstixparata Tirkiyê pêk hat û di encamê de sê jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin armanc kirin. Ew her sê jinên pêşeng di dîroka jinê de rolek mezin dileyîzin û dîroka jinê bi tîpên zêrîn dinivîsandin. Dîroka dewleta tirk pir qirêje û gelek komkujiyên mîna vê heye. Komkujiya Helincê jî berdewamiya komkujiya Parîsê ye û armanc şikandina vîna jinê ye. Dema van komkujiyan pêk tînin, dibêjin em ê dawiya we bînin, lê nizanin ku roj bi roj hêz, hebûn û îradeya jinê mezin û qewim dibe. Ji ber em hêza xwe ya herî mezin ji têkoşerên xwe yên bê mirin digirin. Îro bi hezaran jin li pey şop û xeyalên Zehra û Sakîneyan dimeşin û doza wan domdar dikin. Her wiha dewleta tirk siyasetmedara jin a Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef jî bi awayekî hovane qetîl kir û beriya çend rojan jî xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz qetîl kir. Dema ev komkujî pêk tên sûcdar hemû dewleta tirk e û armanca wan jî naxwazin jin bibin xwedî xwe."
 
'Ji bo mafê jinan zagon li Tirkiyeyê nîne'
 
Nehle bal kişand ser zagonên ku jinan diparêze û wiha domand: "Dewleta tirk ne tenê derveyî welatê xwe komkujiyan pêk tîne, di hundirê welatê xwe de jî tundiyên pir mezin pêk tîne. Li hundirê Tirkiyê siyasetek pir xirab li dijî jinan pêk tînin. Di Tirkiyê de mafê jinan bi temamî hatiye bin pê kirin û jin mafê xwe yê rewa bê par maye. Li Tirkiyê jin nikarin bibin xwe ji ber desthilatdariya ku niha tê meşandin, desthilatdariyek gelek xeter e. Tu zagon di derheqê jinê de, loma li Tirkiyê her roj komkujî, qetîlkirin, tecawiz û dizî pêk tên. Di van êrîşan de herî zêde jî jin dibin armanc. Her wiha dewleta tirk di bin navê Misilmantiyê de jinan dixapîne. Li Tirkiyê çi jin banga mafê xwe bike an tên dîlgirtin an jî tên qetîlkirin, ji ber ev tişt nakeve xizmeta berjewendiyên wan."
 
'Em ê daxwazên şehîdên xwe bi cih bînin'
 
Nehle herî dawî jî diyar kir ku ew ê bi kar û xebatên xwe doza ku Zehrayan meşandiye bidomînin û wiha bi dawî kir: "Şehîdên me yên jin di oxira bi destxistina azadiya tevahî jinan û berfirehkirina rêxistina jinê canê xwe feda kirin. Ji me jî tê xwestin ku em armanc û daxwazên şehîdên xwe pêk bînin. Her wiha divê em weke tevgera jinê tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi dawî bikin û em xwe bighênin her jinekî ku bikaribin rêxistinbûna xwe berfireh bikin. Em ê li hember dagirkeriya dewleta tirk hebûna xwe biparêzin û em ê bi kar û xebatên xwe laiqê şehîdên xwe bin."