Serpîl Kemalbay: Gel xwedî li HDP'ê derdikeve

  • 09:04 23 Hezîran 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku kujerekî profesyonel şandin avahiya partiyê û got: "Ev pêvajo teqez û teqez ji derveyê desthilatdariyê pêş neketiye. Ji derveyê agahiya MÎT, îstîxbarat an jî eminiyetê pêk nehatiye. Gumanbarê vê cînayeta siyasî desthilatdariye. Bi armanca gel ji HDP’ê bê durixistin hat kirin lê negihiştin armanca xwe."
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyraz didome. Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan şîn danîn û sersaxiyê qebûl dikin. Gelek sazî, dezgeh û partiyên siyasî bi daxuyanî û çalakiyên xwe qetilkirina Denîz şermezar kirin. Derbarê qetilkirina Denîz de parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji ber ku Tirkiye bi komkujî û suîkastan re nayê rû hev heman tişt dubare tên jiyîn. 
 
Serpîl, di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên Sêwas, Çorum, Mereş û suîkastên li hember Abdî Îpeçî û Mûsa Anter û wiha axivî: “Di komkujî û suîkastan de êrişkar, kujer û berpirs cezayên xwe nekişandin. Ji ber ev komkujî, ev qetilkirin nehatin ronîkirin, îro gelên Tirkiyeyê heman tiştî dijîn. Blogek faşîst heye û siyaseta wan genî bûye. Vê siyaseta genî li gelan ferz dikin. Her roj mafê kurd, elewî, baweriyên din, jinan bin pê dikin.”
 
'Ji bo tirsê biafirînin êrîş pêk hat'
 
Serpîl diyar kir ku desthilatdarî roj bi roj dengan winda dike, ji ber vê jî serî li her rê dide û ji xwe re vê rewa dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo siyaseta xwe dizaynd bike, kaosê û tirsê biafirîne li hember HDP’a Îzmîrê êrîş pêk anîn. Denîz bi çavsoriyek mezin hat qetilkirin. Wêneyê parlamentera me ya berê Sebahat Tuncel gulebaran kiriye. Yanî gumanbar evqas çavsorî bûye. Kujerekî pir profesyonel şandine avahiya me. Li gorî me ev pêvajo teqez û teqez ji derveyê desthilatdariyê pêş neketiye. Ji derveyê agahiya MÎT, îstîxbarat an jî eminiyetê pêk nehatiye. Gumanbarê vê cînayeta siyasî desthilatdariye.”
 
‘Desthilatdarî negihişt hedefa xwe’
 
Serpîlê destnîşan kir ku guleya ku li Denîz hatiye barîn li azadî, demokrasî û gelên Tirkiyeyê hatiye xistin û got ji Kadîfekaleyê heta Kurdistanê her kes xwedî li Denîzê derketiye û ev nirxandin kir: “Ji Behrareş mirov geriyan û xemginiya xwe anîn ziman. Gotin wê navê zaroka xwe bikin Denîz Poyraz. Ji ber vê jî em dikarin bêjin desthilatdarî negihiştiye hedefa xwe. Hedefa wan afirandina kaosê û gel ji HDP’ê dûr bixin. Lê gel xwedî li HDP’ê derdikeve.”
 
Wê bertek bên nîşandan
 
Serpîlê di axaftina xwe de got ku li her bajarî li avahiyên navendî quncikê Denîz Poyraz hatiye avakirin û li Kadîfekaleyê wê çarşemê sersaxî bidawî bin û piştre wê li avahiya navenda Îzmîrê bên qebûlkirin. Serpîlê got partiya wan li her derê ji bo protestokirina komkujiyê, ji bo banga têkoşîna yekbûyî ya gelan wê meşên meşaleyî pêk bînin û bertekên xwe yên demokratîk danîn holê. 
 
Ji bo pêkanîna xeyalan têkoşîn
 
Serpîlê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Denîz hevalek têkoşer û mirovek aştîxwaz bû. Xelaya jinek nû dikir. Ev êrîşên li hember partiya me bi armanca tunekirinê ne. Em jî ji bo HDP’ê bidin jiyîn û xeyalên Denîzê pêk bînin têkoşîna xwe didomînin."