Siyasetmedarên jin: Gel dê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve

  • 09:01 23 Hezîran 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ÊLIH - Siyasetmedarên jin bertek nîşanê doza girtina HDP’ê dan û gotin: "Dema îqtîdar dikeve tengasiyê êrişê destkeftiyên gel dikin. Her wiha HDP'ê vîna 6 milyon kesî ye û nikarin vîna 6 milyon kesî tune bihesîbînin. Gel dê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve." 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) lêkolîna ewil a li ser îdianameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgah Bilind ve hatiye amadekirin temam kir û biryar da ku îdianame qebûl kiriye. AYM a ku bi lez û bez biryar da daxwaza tedbîra ji bo mal û milkê HDP'ê jî red kiriye. Tê payîn HDP di çarçoveya dema AYM ku bide de parastina pêşî bike. Her wiha îdianameya bi daxwaza girtinê di 7'ê Hezîranê de ji bo AYM'ê hatibû şandin. Îdianame ji 843 rûpelan pêk tê û derbarê 451 kesan de jî qedexeya siyasetê tê xwestin. 
 
Hevşaredara HDP'ê ya Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayîn kirin Songul Korkmaz, hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Êlîhê Gurbet Dogan, hevseroka HDP'ê ya navçeya Yenîşehîrê ya  Amedê HDP’ê Remziye Sizici û rêvebera Yenîşehîrê Emîne Kaya ji ajansa me re behsa îdianameyê kir. 
 
‘Girtina HDP’ê ne çareserî ye’
 
Songul Korkmaz diyar kir ku HDP partiyeke ku ji nav gel derketiye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi sala ne îqtîdar ji bo girtina HDP’ê di nav hewldanan de ne û polîtîkayên cuda diafirîne. Le me dît ku ji HEP’ê heta HDP’ê gelek partî hatin girtin û şûna wan partiyên nû hatin vekirin. Her çiqas ew êrîşên li ser partiyên kurd çêbûn jî, ewqas partiyên kurd xwe bi hêz kirin. Girtina partî ne çareserî ye. Pêwîst e ku hemû gel ji bo maf, ziman û hebûna xwe bi awayekî azad bijîn divê di bin sîwana aştî û demokrasiyê werin gel hev. Gava em lê dinihêrin dewlet kengê tengav dibe dest diavêje ser deskeftiyên kurdan. HDP ne partiyeke ji rêzê ye.”
 
‘Girtina HDP’ê tune hesibandina 6 milyon dengdêran e' 
 
Songul, destnîşan kir ku li gel her cureyên êrişan HDP'ê heta îro di sekna xwe de tavîz neda û wiha nêrînê xwe anî ziman: "HDP’ê wê tu carî ji gel neqete. 6 mîlyon mirov dengê xwe daye partiyê û divê vîna dengdêrên HDP'ê tune neyê hesibandin. Em ê heta dawiyê xwedî li partiya xwe derkevin.” 
 
'Li Tirkiyeyê kaoseke mezin heye'
 
Gurbet, diyar kir ku HDP mifteya aştî û demokrasiyê ye û got: "HDP di rêziknameya xwe de cih daye ciwan, jin û hemû gelan. Lewra ewqas li hemberî HDP’ê zext û êrîş pêk tên. Naxwazin ji bo jin, ciwan, ekolojî, edalet û hiqûqê gav bên avêtin û tenê dixwazin HDP’ê bigirin. Jin tên qetîl kirin lê desthîlatdar nikare bibe bersiv, qeyrana aborî heye welatî dawî li jiyana xwe tînin û bi qirkirina ekolojiyê re xwezayê tune dikin, nikari pirsgirêkan çareser bikin. Li şûna ku pirsgirêkan çareser bikin dixwazin HDP’ê bigirin. Li Tirkiyeyê kaoseke mezin heye." 
 
‘Îqtîdar siyaseteke cuda naxwaze' 
 
Remziye jî destnîşan kir ku doza girtina HDP’ê hedef girtina siyaseta kurd e û mijar wiha şîrove kir: "Wekî tê zanîn, HDP bingeha xwe ji Gelê Kurd ava kiriye. HDP’ê li ser esasê temsîliyeta wekheviya di navbera mêr û jinan de hatiye avakirin. HDP ji bo aştî û demokrasiyê rêya çareseriyê ye. Loma êrîşê HDP'ê dikin. Ev desthîlatdar ji xeynî xwe naxwaze dengek û siyaseteke cuda hebe. Hemû polîtîkayên xwe ser esasê yekperestiyê dide meşandin. Her wiha tirsekê wan a mezin jî ev e ku heke hilbijartinek çêbe ew ê têk biçin. Dewlet bingeha xwe li ser dijminatiya kurd û HDP’ê afirandiye. Ez bang dikim ku bila gel li xwe xwedî derkeve ji ber ku HDP gel e.”
 
‘HDP li hemberî êrişan li ser piyan e' 
 
Emîne jî di axaftina xwe de bal kişand ser zext û operasyonên li hemberî HDP'ê û wiha bi lêv kir: "Her roj partiya me bi zext û operasyonên sîyasî re rûbirû dimînin. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin siyaseta kurdan biqedînin. Lê ev ne mimkûn e. Her çiqas êrîş bê kirin jî HDP’ê li ser piyan e. Xwedî derketina HDP’ê ne divê tenê ji vir bê kirin divê aliyê cîhanê de jî xwedî derketinek mezin çêbibe."