ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 23 Hezîran 2021
  • Rojev
*Siyasetmedarên jin bertek nîşanê doza girtina HDP’ê dan û gotin: "Dema îqtîdar dikeve tengasiyê êrişê destkeftiyên gel dikin. Her wiha HDP'ê vîna 6 milyon kesî ye û nikarin vîna 6 milyon kesî tune bihesîbînin. Gel dê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve." BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku kujerekî profesyonel şandin avahiya partiyê û got: "Ev pêvajo teqez û teqez ji derveyê desthilatdariyê pêş neketiye. Ji derveyê agahiya MÎT, îstîxbarat an jî eminiyetê pêk nehatiye. Gumanbarê vê cînayeta siyasî desthilatdariye. Bi armanca gel ji HDP’ê bê durixistin hat kirin lê negihiştin armanca xwe." BI DÎMEN
 
*Femînîst parêzer Aylîn Barcin diyar kir ku piştî feshkirina peymana Stenbolê qanûna hejmar 6284 ya ku hedef hatiye girtin, di mijara pêkanînê de rastî zor û zehmetiyên polîsan tê û got: “Piştî Peymana Stenbolê hat feshkirin. Wekî ku qanûna hejmar 6284 ne derbasdare tevdigerin. Ji bo pêkanîna qanûna 6284 em ê têbikoşin.”DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Înîsitiyatîfa Dayikên Aştiyê bertek nîşanê êrîşên li hemberê Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê dan û gotin: "Şerê ku hatî destpêkirin tê wateya înkarkirina kurdan. Li dijî înkarê jî divê kurd yekitiya xwe pêk bîne." BI DÎMEN 
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nehle Mistefa têkoşerên komkujiya Helincê bi bîr anî û got: "Dewleta tirk ji hêz û îradeya jina azad ditirse, loma di êrîşan de jinên pêşeng û azadîxwaz dike armanca xwe." BI DÎMEN 
 
*Girtiya bi navê Sadet Akin, ji bo Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin helbesteke ku nivîsî şandin û ji malbata wê re jî peyama, "Sekna dayika Fehîme û têkoşîna wê moral û hêz da me. Tişta ku gelan bibe serkeftinê jî ev sekn e" şand.