Posterê Denîz Poyraz ji aliyê polîsan ve hat rakirin
- 08:46 23 Hezîran 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Polîsan posterê Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin ku bi kolana Karayollari ve hatibû daliqandin rakirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi armanca balkişandina li ser êrîşa li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, posterê Denîz Poraz a ku di encama êrîşê de hatibû qetilkirin bi kolana Karayolları a ku li hemberî perka Karayollarıyê ye vekiribûn. Polsên posterê Denîzê daliqandî dîtin poster ji kolanê rakirin.