KKB û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê çûn serdana HDP'ê

  • 17:19 22 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - KKB û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo sersaxiyê çûn serdana avahiya HDP'ê ya Stenbolê.  Di serdanê de jinên KKB'yî diyar kirin ku ew li gel HDP'ê ne û endamên Înîsiyastîfa Dayikên Aştiyê jî diyar kirin ku şermezarkirin têrê nake û banga têkoşînê kirin. 
 
Înîsiyatîfa Jin bi  Hev re bi Hêz in (KKB), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK), Komeleya Çand û Hunerê ya Pîr Sultan Abdal, Hewldana 78'an,  bi minasebeta sersaxiya ji bo Denîz Poyraz a ku di encama êrîşa li ser Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de ji aliyê Onur Gencer ê faşît ve hat kuştin çûn serdana Avahiya HDP'ê ya Stenbolê ku di roja 2'yemîn de şîna ji bo Denîzê hatiye danîn lê didomîne.  Endamê MYK'a HDP'ê Ferhat Encu û Hevserokên HDP'a Stenbolê Elîf Encu û Erdal Avci heyet pêşwazî kirin.   
 
Meclisa Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo sersaxiyê çû avahiya HDP'ê. Hevberdevka Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Aynur Cengîz sersaxî da HDP'û got: "Em ne di şînê de ne em li berxwe didin. Li hemberî jin û kurdan gule hat reşandin. Wekî dayika Denîzê got 'Denîzek diçe û hezar Denîz tên'."
 
Hevberdevk Erkan Tepelî jî da zanîn ku îqtîdar bi rêgezên xwe qeyrana di nava xwe de bêtir kûr dike û wiha bi lêv kir: "Divê hêzên muxalîf bêtir xwedî li vê mijarê derkeve û di nav piştevaniyê de bin. Di her qadê de hevkariya polîtîk heye." 
 
Hevseroka HDP'ê ya bajêr a Stenbolê Elîf Bulut, destnîşan kir ku çiqas qada îqtîdarê teng dibe, qada êrişê fireh dike û wiha axivî: "Li dijî mirin û kuştinan tekane rê têkoşîna hevpar e. Ji bilî mezinkirina têkoşînê rêyek din nîne. Em ê têbikoşîn û pêvajoya li pêş xwe biguherînin. Sazî û dezgehên jinan  û her wiha şoreşgerên jin dê têbikoşin."
 
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdol Avci jî da zanîn ku li hemberî têkoşîna azadiya kurd û hêza muxalîf a HDP'ê êriş pêk hate. 
 
Her wiha îro Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) li ser navê navenda xwe ya giştî û şaxên Stenbolê hatin şînê û wiha gotin: "Têkoşîna Denîz Poyraz û HDP'ê têkoşîna me ye jî." 
 
Hewldana 78'an di sersaxiyê de banga mezinkirina têkoşîna bi rêxistinkirî kir. 
 
Endamên Înîsiyatîfa Jin bi hev re bi hêz in (KBG) hatin avahiya partiyê û peyamên sersaxiyê dan. Li ser navê KBG'ê Tulay Korkutan axivî û da zanîn ku bi sala ne HDP'ê hedef tê nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jin hedef nîşandanê baş dizanin û bêcezahiştina kujer û êrişkaran jî baş dizain. Em wek jin dê her tim li cem HDP'ê bin û em ê di nav piştevaniyê de bin. Em ê bi hev re têbikoşin." 
 
Piştî sersaxiyê jin li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Ferîde Eralp ve hat xwendin. Ferîde, di daxuyaniyê de bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û got: "Qetilkirina Denîz mirovan pir diêşine û mirovan bi hêrs dike. Em jin jiyaneke wekhev, bêşîdet, bêşer û azad dixwazin. Em ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesan dixwazin. Em ji bo xeyalên xwe pêk bînin dê li kolanan bin. Em kolanan tu carî terk nakin. Êrişa li hemberî Denîz hedef nîşandana îqtîdarê yê. Her tim HDP hedef hat nîşandan. Li hemberî partiyeke siyasî polîtîkayek şer hat meşandin. Di pêvajoyeke wisa de ev êriş ne tesadufiye. MHP Denîz Poyraz hedef girt û sûc û kuştina dixwaze meşrû bike. Lê em baş dizanin ku faîl ne kesek tenê ye. Em ê her tim li cem HDP'ê bin û em ê bi hev re têbikoşin. Têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin." 
 
Daxuyaniya jinan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû. 
 
Her wiha Dayikên Aştiyê jî hatin avahiya HDP'ê û sersaxî dan partiyê. Piştî sersaxiyê dayikan li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyek dan. Li ser navê dayikan Hikmel Onel daxuyanî da û wiha got: "Bi sala ne dayik banga aştiyê dikin. Em wek Dayikên Aştiyê êrişa ku pêk hatî şermezar dikin. Êdî em naxwazin ku kesek jiyana xwe ji dest bide. Em aştiyê dixwazin."
 
Dayikan bi dirûşma "Denîz Poyraz nemir e" dawî li daxuyaniya xwe anîn.