Şîna ji bo Deniz hatiye danîn di roja sêyemîn de ye

  • 13:56 22 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Şîna ku HDP'ê li Nûnertiya Çimentepeyê ji bo Deniz Poyraz a ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin, danîbû di roja sêyemîn de ye. Gelek kes beşdarî şînê dibin û girtiyan jî peyamên xwe ragihandin. 
 
Li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Onur Gencer êrişeke faşîst kiribû û xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz qetil kiribû. Şîna ku HDP'ê li Nûnertiya Çimentepeyê ji bo Deniz Poyraz a ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin, danîbû di roja sêyemîn de ye. Parlamenterên HDP'ê yên Îzmîrê, Serpîl Kemalbay, Murat Çepni, Dayika Denizê Fehime û bavê Denizê Abdüulillah Poyraz sersaxiyê qebûl dikin. 
 
Dayikên Aştiyê, Komeleya Bekiranlar a Stenbolê û nûnerên Yekîtiya Ciwanan a Bekiranlar çûn serdanê. Girtiyên Girtîgeha Şakranê û girtiyê li Girtîgeha Bandirmayê Nezir Gumuş peyamên xwe yên sersaxiyê ragihandin.