Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran hat binçavkirin

  • 13:55 22 Hezîran 2021
  • Rojane
STENBOL - Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. ÎHD’ê xwest ku Hatîce were berdan. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran, di çarçoveya lêpirsîneke bi dîroka 2019'an ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê ve tê birêvebirin de hat binçavkirin. ÎHD’ê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û xwest Hatîce  were berdan. 
 
'Ji ber xebatên parastina mafên mirovan hat binçavkirin'
 
ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hatîce ji ber xebatên xwe yên parastina mafên mirovan hatiye binçavkirin û wiha got: “Em dixwazin ku zextên li ser parêzvanên mafên mirovan bên bidawîkirin û hevala me demildest were berdan. Pirsgirêkên cidî yên Hatice Onaran hene û roja pêncşemê randevûya wê ya emeliyatê heye. Ji ber vê yekê divê demildest were berdan.”