'Li cihê ku edalet tune be her kes nisîbê xwe digire'

  • 09:08 22 Hezîran 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Dayikên endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku çûn serdana Emîne Şenyaşar wiha gotin:"Li cihê edalet tune be her kes wê para xwe bigire. Êdî bes e! Em dixwazin ku edalet bê."
 
Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an zarokên xwe û hevjînê xwe di êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Yildiz de winda kir, didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê di bûyerê de birîndar bû Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di 9’ê Adarê de çalakiya rûniştinê ya ‘edaletê’ dan destpêkirin û çalakî di roja 105’an de didome.
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kirin ku çalakiya nobeta ‘edaletê’ ya ku Emîne û Ferît Şenyaşar daye destpêkirin û di roja 101’ê de ye gelek girîng û watedar e û gotin divê di serî de Dayikên Aştiyê û hemû kesên li edaletê digerin piştgiriyê bidin malbatê. 
 
 
'Em bêdadî û dijhiqûqiyê qebûl nakin'
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday bi lêv kir ku divê êdî rondikên dayikan nebare û got Emîneyê li dijî bêdadî û dijhiqûqiyê dest bi çalakiya nobetê kiriye û wiha dirêjî dayê:"Yên şer ji kûrahî hîs dikin dayik in. Dayika Emîne jî yek ji dayikên li vê erdnîgariyê dijîn û para xwe ji vê êşê girtiye. Niha li vî welatî bikaranîna gotina ‘edaletê’ wek sûcekî mezin tê dîtin. Em dayik wê her tim bînin ziman ku hewcedarî bi edaletê heye. Em ê tu car bêdadî û dijhiqûqê qebûl nekin.”
 
'Her kes nisîbê xwe jê digire'
 
Gulerê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li cihê ku aştî û wekhevî tune, ne pêkan e mirov behsa edaletê bikin û wiha dirêjî dayê:"Zilm bi aşkera tê meşandin. Em wek dayikên kurd, her tim êşê dikşînin, kezeba me dişewite. Em dibêjin ku; em şewitîn bila kes neşewite. Em bi salane ji bo aştiyê bang dikin. Divê her kes deng bide dengê dayika Emîne. Ji ber daxwaza wê ya edaletê ji bo hemû kesên li welat dijî ye."
 
'Tirs ne çare ye'
 
Bedîa Gokguz jî bi lêv kir ku ew wek Dayikên Aştiyê bi salane li edaletê digerin û di serî de Emîne Şenyaşar û hemû dayikên li edaletê digerin, divê hewcedariya wan a edaletê pêk bê. Min Emîne her roj di televîzyonê de didît. Lê piştî ez hatim min ew dît, min dît ku ew êşên çawa dikşîne. Dayika Emîne bi mehane li baxçeyê edliyeyê li edaletê digere. Divê her dayik destê xwe bide ser wijdana xwe û têbikoşe. Ka li ku ye edalet? Ka mirovahî? Çima ji bo dayika Emîneyê edalet pêk nayê? Ez bang li hemû dayikan dikim; werin em bi dayika Emîneyê re têkoşîna edaletê bidin. Hemû kesên li edaletê digerin divê bên cem dayika Emîneyê. Çima ji dayikên kurd re edalet tune ye? Çima em evqas ditirsin? Tirs ne çare ye. Divê demildest daxwaza Emîneyê bê cih.”
 
'Bila edalet bê cih'
 
Hikmiyet Onel jî bi lêv kir ku bi armanca piştevaniya bi Emîne Şenyaşar re hatine vir û got hêviya wan ev e ku êşên wê bi dawî bin û got ji edaletê wêdetir daxwaza wê tune û wiha pê de çû:"Em Dayikên Aştiyê dixwazin edalet pêk bê. Hemû cîhan dayika Emîneyê dibîne. Lê her kes çav û guhên xwe digire. Polîs mudaxaleyê kesên tên serdanê dike. Ew jin li wir tiştekî xerab nake, li edaletê digere. Em jî dixwazin ku kurê dayikê yê girtî bê berdan. Emîne temenê wê zêde ye, divê ew jî wek pîrên din li mala xwe rûnê. Lê dixwaze berpirsên komkujiyê hesab bidin."
 
Hîkmiyeyê dawiya axaftina xwe de got di serî de Emîne Erdogan û hemû jin piştgiriyê bidin Emîne Şenyaşar û wiha dawî lê anî: "Em ji bo piştevaniyê hatin vir. Lê polîsan dora me girt. Piştre nasname kontrol kirin. Em ji bo piştevaniya wê jinê çûn. Em ji bo her kesî dibêjin edalet."