Dayikên girtiyan: Guh bidin daxwazên girtiyan

  • 09:05 22 Hezîran 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan  
 
AMED - Dayikên girtiyan bal kişandin ser greva birçîbûnê ya ku 208 roj in didome û diyar kirin ku mafên girtiyan yekcar tên binpêkirin û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û gel jî guh bide daxwazên girtiyan."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda ku 22 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin 208 roj in didome. Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî 170 roj in çalakiya xwe didomînin. Her wiha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê çalakî hat destpêkirin û çalakî 187 roj in berdewam dike. Malbatên girtiyan ji ajansa me re behsa rewşa girtiyan kir û banga xwedîderketina li çalakiyan kir. 
 
'Mafên girtiyan tê binpêkirin'
 
Yek ji wan girtiyan jî Muhammed Kartal e ku ev 3 sal in girtî ye. Muhammed di demek nêz de ji girtîgeha Tîpa D’ya Amedê sirgûnê Girtîgeha Tîpa F a Jimar 1’yemîn hatibû kirin. Dayika Muhammed, Afîfe Kartal diyar kir heke xwedîderketinek li çalakiyan pêk neyê dê encamên nebaş derkevin holê. Afîfe, wiha dirêjî da axaftina xwe: "200 rojî zêdetir e girtî di greva birçîbûnê de ne. Heta îro xwedî derketineke mezin pêk nehatiye. Gava diçin ez diçim hevdîtinê ji min re dibêje 'hûn çima bêdeng in, çima li malên xwe rûdinin'.  Jixwe di rewşa wan xirab e lê gava di hevdîtînê de wî dibinim gelek li ber wan dikevim. Mirov li wir bêedalaetî bêhiqûqî û binpêkirinê mafan dibîne.”
 
‘Em wan tenê nehêlin’
 
Afîfe bal kişand li ser şert û mercên girtiyan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Kamera dixin hundirê kowişan û her wiha ava germ nadin girtiyan. Ji xwe xarina ku girtîgeh belavdike xarineke nebaş e. Dixwazin zarokên me bikujin ku ewqas zilm li ser wan dikin. Jixwe êdî nema ye ku xwarin jî bixwin. Her wiha gelek caran bi ser kawişan de digirin û îşkenceyê li wan dikin. Heke girtî li dijî van derkevin jî cezayê disîplînê didin wan. Bila hemû malbat li dijî vê zilmê rabin ser piyan û mafê zarokên xwe biparêzin. Tirs ne feyde ye. Jixwe em hertim tên girtin, hertim tên kuştin. Ez bang li hemû malbatên bi rûmet dikim ku zarokên xwe tene nehêlin û xwedî li çalakiya wan derkevin.”
 
‘Derd û kulên ku em dikşînin kezeba me dişewitîne’
 
Yek ji wan malbatan jî Hatun Yayik e ku kurê wê Mustafa Yayik nêzî 2 sal in girtî ye. Mustafa di meha adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî 1 û 2'yemîn Girtîgehên Ewlehiyê Bilind a Amedê kiribûn. Dayik Mustafa Hatûn Yayik, diyar kir ku ji ber derdê lawê xwe dilê wê bi êş û kul e û wiha axivî: “Xwarinên ku didin wan ne xwarin e. Ser kawişande digirin û îşkence li wan dikin. Zilm û heqeratê li wan dikin. Em wek dayikên kurd derd û kulên ku em dikşînin kezeba me dişewitîne. Em bi sal ne berdel didin. Ji bo vê dozê em şehîdan didin. Me ne cenazeyên wan dît ne jî hestûyên wan dît.”   
 
‘Bila ev zilm û zor êdî biqede’
 
Hatûn bilêv kir ku bes êdî ji rondik ji çavên dayikan bibarin û banga xwedîderketina li çalakiya grevên birçîbûnê kir û got: “Em dixwazin ev zilm û zorê li ser me hemûyan rakin. Yên ku ewqas zilm û faşîzmê li ser me dikin însanetiya xwe li ku ji bîr kirin e. Çi heqê wan heye ku ewqas zilmê li ser me dikin. Hemû ciwanên me xistin pişt deriyan, îşkenceyê kirin. Yên ku berê xwe dan Kobanê dagir kirin û zilm li ser xelkê wê dere kirin dîsa ew zilmkar in. Girtiyên me ji bo gelê me li ber xwe didin. Ev bêdengî çi ye. Divê her kes xwedî lê derkeve.”