ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 22 Hezîran 2021
  • Rojev
*Jinên kedkar ên Mêrdînê yên di bin tava tûj de ji bo debara xwe bikin qeresiyan didin hevdu dan zanîn ew tevî hemû zehmetiyan ji komkirina qeresiyan kêfê digirin lê bi aramî nikarin biçin nav baxçeyê xwe û wiha gotin:"Berê me li vir kon vedida û bi şev em li vir diman. Pêwîstî pê nedima ku em rêya saetekê bimeşin. Lê belê em niha ji mirina xwe û zarokên xwe ditirsin."DÎMEN HEYE
 
*Dayikên girtiyan bal kişandin ser greva birçîbûnê ya ku 208 roj in didome û diyar kirin ku mafên girtiyan yekcar tên binpêkirin û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û gel jî guh bide daxwazên girtiyan." BI DÎMEN
 
*Dayikên endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku çûn serdana Emîne Şenyaşar wiha gotin:"Li cihê edalet tune be her kes wê para xwe bigire. Êdî bes e! Em dixwazin ku edalet bê." BI DÎMEN
 
*Gundê Govîk ê navçeya Elkê, di sala 2001’ê de ji aliyê dewletê ve hatibû şewitandin û ji ber zilm û zextên dewletê gundiyên lê koç kiribûn. Refîka Aşan a ku ji wî gundî ye û piştî bi salan hatiye  gund xwe wiha dibêje: “ Dema em hatin gund kavil bibû. Me jinan careke din bi destê xwe şên kir. Gundê me gelek xweş e. Divê em xwedî li gundê xwe derbikevin.” DÎMEN HEYE