Li Silopiyê qetilkirina Denîz Poyraz hat şermezarkirin

  • 17:07 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA'yê li Silopiyê li dijî qetilkirina endama HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz meşek li dar xist. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Em bang li hemû qadan dikin ku li dijî kuştinan dengê xwe bikin yek." 
 
Aktîvîsten Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî qetilkirina Denîz Poyraz li Kolana Hûnerê ya navçeya Silopiya Şirnexê daxuyaniyekê dan çapemeniyê. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Jin li taxa Yeşîltepeyê hatin ligel hev û ber bi Kolana Hûnerê ve meşiyan û dirûşmeyan berz kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Qetilkirina rêheval Denîz bêtehemûliya faşîzmê ya li hember têkoşîna kurd û jina ye, em ê bêdeng nabin" hat vekirin. Her wiha dovîzên "Rêheval Denîz nemir e" û "Rêheval Denîz rûmeta me ye" hat bilindkirin. Daxuyanî ji hêla Aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksu ve hat xwendin. 
 
‘Denîz ne yekem e’
 
Zozan, destnîşan kir ku li dijî qetilkirinê gel daket qadan û got: “Bi rojane wek jin, gel û sazî em li kolana ne. Bila bê zanîn ku heta hesap neyê pirsîn em ê li kolanan bin. Her wiha qetilkirina rêheval Denîz di şexsê AKP ê de çand û kevneşopiya siyaseta Tirkiyeyê dide xûyakirin. Heta ev siyaseta paşverû neyê demoratîkkirin, wê li vî welatî qetilkirina kurd û jinan dê berdewam bike. Ji bo vê jî pêwîste di serî de sîyaseta kurd, mafê kurdan yên jinan û civakê were naskirin."
 
‘Em ne şînê de ne, di berxwedanê de ne’
 
Zozan, di daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir û got divê li dijî qetilkirinê dengek hevpar hebe û wiha axivî: "Li dijî qetilkirinê divê dengek hevpar hebe. Vê demê em ê xwedî li mîrateya Denîzê derkevin. Qetilkirina Denîzê tê wateya israrkirina antîdemokrasiyê ye. Sedema şer û şewata xwezayê, dîsa qetîlkirina rojane a bi dehan jinê ye. Em wek TJA soz didin ku heta demokrasî bê avakirin em ê têbikoşin. Heta armanca Denîzan pêk neyê em ê ji qad û kolanan dernekevin. Em ê hertim şopdarên rêya Denîzan bin. Em ne şînê de ne, em li ber xwe didin. Şehîd namirin.”
 
Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Şehît namirin”, “Rêheval Denîz nemir e”, "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Piştî çalakiya rûniştinê jinan ber bi avahiyê ve meşiyan. 2 ciwanên ku navên wan nayên zanîn ji ber ku piştgiriyê dan çalakiyê hatin binçavkirin.