HDP'ê li avahiyên xwe yên bajar û navçeyan ji bo Denîzê şîn danî

  • 16:57 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan ve ji Denîz Poyraz şîn danî. Şîna ku bi hezaran kes çûnê wê 3 rojan bidome. Kesên ku çûn şîn peyama "Em kujeran nas dikin" hat dayîn. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrîşa kujerê faşît Onur Gencer a li ser avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê ku di necamê de Denîz Poyraz hat qetilkirin li gele avhiyên xwe yên li Bajar û navçeyan şîn danî. Şîna ku wê 3 rojan berdewam bike bi hezaran kes çûnê û sersaxî xwestin.
 
Wan
 
Di vê çarçoveyê de li rêxitina Bajarê Wanê ya HDP'ê şîn hat daînîn. Li ser maseya ku bi rengê kesk, sor û zer hat xemilandin, dirûşma "HDP Denîz e wê denîzên me neqedin" û wêneyên Denîz Poyraz hatin danîn. Li ber wêne jî qurnefîlên sor û flamaya HDP'ê hat danîn. 
 
Hevserokên HDP'ê û DBP'ê yên bajar û navçeyan  kesên ku hatin şînê pêşwazî kirin. Rêxistina CHP'ê jî çû şînê û sersaxî ji HDP'ê re xwest.
 
'Em kujeran nas dikin'
 
Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê xwestin ji navenda bêjêr bi meşê bên avahiya HDP'ê û li gel astengiya polîsan jin bi dirûşmên "Rêheval Denîz bêmirin e" ketin axçeyê avahiyê. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê ji aliyê parlamentera Wanê Muazzez Orhan û Hevseroka Bajrê ya HDP'ê Handan Karkoyun  ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Handan diyar kir ku tundî têkoşîna wan paşve nebe.
 
Rojnameger hatin astengkirin
 
Herwiha polîsan nehişt ku rojnameger li dora avahiyê wêne û dîmen bikişînin û wekî hincet jî giştînameya Mudurê Giştî yê Polîsan nîşan da.
 
Li gel Wanê  li Muş û Bedlîsê jî li rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP'ê şîn hat danîn û hat diyarkirin ku wê 3 rojan bidome. Li  van cihan jî bi sendan kesên ku çûn şînê sersaxî xwestin. 
 
Colemêrg 
 
Li Gevera Colemêrgê li cihê şînê Pankarta "Denîz Poyraz nemir e" hat daliqandin. Dayikên Aştiyê û parlamenterê HDP'ê Saît Dede sersaxiyê qebûldikin. Şeniyên Geverê kom bi kom berê xwe didin avahiya HDP'ê. 
 
Agirî
 
Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê jî li avahiya xwe ya bajêr şîn danî. Hevserokê HDP'ê ya bajêr Cemal Akar û parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr sersaxiyê qebûldikin.
 
Her wiha Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Agiriyê li dijî qetilkirinê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Denîz Poyraz nemir e" hat vekirin û Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî da. Dîlan, diyar kir ku 40 sal in li vî welatî cînayetên siyasî pêk tên û got: "Cînayetên siyasî tu carî ji hêla dewletê ve nehatin ronîkirin. Tenê kujer tên girtin. Heta niha derbarê kujer de lêpirsîneke berfireh nehatiye kirin. Bi sala ne partiya me hedef tê girtin."
 
Enqere 
 
Rêxistina HDP'ê ya Enqerê jî li avahiya xwe şîn danî. Partiya Şoreşger, Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Hêzên Têkoşîna Hevpar hatin şînê. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren axivî û got: "Tiştên ku hatin jiyîn ne tesadufî ye. Ev tişt asta faşîzmê nîşan dide. Têkoşîna Denîzê têkoşîna me ye. Em soz didin Denîz û hevalên xwe yên nemir heta ku faşîzm têk biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin."