Komkujiya li Helincê hat bibîranîn

  • 16:28 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxstina Kongreya Star a bi çalakiyan Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî bi bîr anî û got: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî kiryarên ku pêk tên bêdeng nebin." 
 
Balafirên bê mirov (SIHA) yên dewleta tirk di 23'yê hezîranê de gundê Helincê bombebaran kir. Di encamê de endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika welatparêz Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Bi vê wesîleyê Kongreya Star çalakiyên bi bîranînê  li dar xistin. 
 
Li Eyn Îsa her sê jinên têkoşer hatin bibîranîn
 
Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiyê, Endamên Kongreya Star yên Kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa yê hat dayîn, bi dehan ji nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û meclîsên sivîl amede bûn. Jinan alên Kongreya Star, wêneyên têkoşerên komkujiyê hildabûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Meha Elî ve hat xwendin.
 
Meha di destpêkê komkujî şermezar kirin û wiha got: "Bi navê Kongreya Star a Kantona Girê Spî, em êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmên me û komkujiya hov ku li gundê Helincê pêk anîbûn, şermezar dikin. Ew êrîşa ku bi zanebûn hat kirin û di encamê de Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan, hovîtî û kîna dewleta tirk ya li hember jinan teqez dike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihêz kirin, dewleta tirk vê hêzê li ser dîktatoriya xwe xeter dibîne. Ji ber vê ew her tim hewil dide ku jinan qetil bike da ku vîna jina azad bişkîne. Ji ber vê em ê bi rêxistinbûna xwe tola rêhevalên xwe hilînin û li hember dagirkeriya dewleta tirk bibin bersiv. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe ya li hember kiryar û dagirkeriya dewleta tirk derkevin. Em weke jinên Kantona Girê Spî soza bilindkirina têkoşîna xwe didin, em ê bibin şopdarên Zehra, Hebûn û dayika Emîne. Em xwediyên vê axê ne, ji ber vê serkeftin wê ya me be û têkçûn jî wê ya dagirkeran be."
 
Ji bo Zehra, Hebûn û Emîne li Kobanê bernameya bîranîne 
 
Di heman çarçoveyê de li Kantona Kobanê jî rêze civîn li Kobanê, gundê Tilêcibê û bajarokê Sirînê hatin li darxistin. Civîna ku li Tilêcibê hat lidarxistin, li Akademiya şehîd Rûstem Kobanê bi amedebûna bi dehan ji gelê navçeya Şêranê, komîn, meclîs, sazî û dezgehên wê hat çêkirin. Civînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna canogriyên azadiyê destpê kir. Piştre berdevka Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif axivî.
 
Felekê,  got ku dewleta tirk komkujiyên jinan çêdike û wiha axivî: "Meha hezîranê ji bo me xwedî  mîrateyekî dem dirêj e. Pêşengên vê mehê têkoşer  Zîlan û Sema Yûce ku li hember xeta îxanet û hêzên komploger bûn sembolên têkoşîn û berxwedaniyê. Jinên Kurd têkoşîna van lehengan ji xwe re bingeh girtin, ji ber vê komkujiyên ku dewleta tirk di vê mehê de pêk tîne bi zanebûnin. Em di sala borî de bûn şahîdê komkujiya Helincê ku di encamê de jinên rêveber û pêşeng hatin hedef girtin. Hîna salek çênebûye, dewleta tirk jineke din qetilkir. Dewleta tirk tevahî pîvan û zagonên navneteweyî binpê dike û dixwaze şoreşa azadiya jin têk bibe. Çawa ku bi salane me xeta Zîlan, Sema û Bêrîtanan parast, em ê xwedî li xeta Zehra, Hebûn û dayika Emîne jî derkevin. Hêz û vîna me bîrdoziya Rêber Apo ye, em ji kiryarên dewleta tirk natirsin. Berovajî em roj bi roj bihêztir dibin û dewleta tirk jî lewaz dikeve."
 
Civîn bi dirûşmeyên ku têkoşîna jin silav dike bi dawî bû.