Quncika Denîz Poyraz hat çêkirin

  • 15:53 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê li cihê ku Deniz Poyra ji aliye faşîst Onur Gencer hat qetilkirin "Quncika Deniz Poyra" çêkir. 
 
Faşîst Onur Gencer bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê de girtibû û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû. Ji bo bîranîna Poyraz li cihê lê hatiye qetilkirin "Quncikê Denîz Poyraz" hat avakirin. Rêveberên HDP’ê mase danî wir û teyfika (tepsik) taştê û çaya wê ku nîvco mabû û wêneyên wê danîn ser maseyê. 
 
Lênûska bîranînê 
 
Her wiha ji bo bîranîna Denîz Poyraz lênûskek bîranînê jî hat danîn. Kesên ku serdana piştevaniya HDP’ê dikin têkildarî Denizê hestên di lênûskê de dinivisînin û qurnefîl datînin cihê lê hatiye qetilkirin.