Şandeya Yekîtiya Ewropayê çû serdana HDP'ê

  • 15:02 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Şandeya YE'yê çû serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, sersaxî xwest û xwestekên xwe yên piştevaniyê pêşkêş kirin. Her wiha şandeyê êriş şermezar kir. 
 
Bertekên li dijî êrişa ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz dewam dike. Şandeyek ji Yekitiya Ewropayê (YE) pêk tê, Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ziyaret kir. Serokê Delegasyona Yekitiya Ewropayê  (YE) ya Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut û Şêwirmenda Çapemeniyê ya YE’yê  Mîray Akdag, Serokê Yekîneya Delegasyona YE’yê Alexander Frîcke û Rêvebera Projeya Delegasyona YE’yê Mîray Westling di şandeyê de cih girtin. Şande ji aliyê parlamenter Mûrat Çepnî, Hevserokên  HDP’ê yên  Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Badûr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin. 
 
Şandeyê ewil cihê ku Denizê lê hatibû qetilkirin ziyaret kir. 
 
Sersaxî hat xwestin
 
Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut piştî ku li deftera bîranînê ya Poyraz nişe nivîsand, sersaxî ji malbatê û HDP’ê re xwest. Şandeyê dûre li avahiya partiyê lêkolînên xwe dewam kir û derbarê mijarê de agahî girt. 
 
'Ez  dilsoziya xwe pêşkêşî rêveberên HDP’ê dikim'
 
Serokê Delegasyona YE’yê Tirkiyeyê Sefîrê mezin Nîkolasus Meyer-Landrut, piştî lêkolînê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku em êrişa li dijî HDP’ê şermezar bikin, em li vê derê ne. Em rêzdariya xwe pêşkêşî Poyraz û malbata wê dikin. Ez di heman demê de dilsoziya xwe pêşkêşî rêveberên HDP’ê yên herêmî dikim.” 
 
Piştî daxuyaniyê, civîn li çapemeniyê girtî dewam kir. Civîn nêzî nîv saetî dewam kir. Nîkolasus Meyer-Landrut, piştî civînê qurnefîl danî cihê Denizê lê hatibû kuştin. Deqeyek rêz hat girtin. Şande dûre ji Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê veqetiya.