31 komele û federasyonan banga mezinkirina têkoşînê kirin

  • 14:34 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - 31 komele û federasyonên ku bi pêşengtiya KAYY-DER’ê hatin gel hev, êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşîna bi HDP'ê re kirin. 
 
31 komele û federasyonên ku bi pêşengtiya Komeleya Çand, Pêşketin û Alikariya Civakî ya Navçeyên Gêxî-Dep-Azaxpêrt-Korxol-Çêrme (KAYY-DER) de hatin gel hev, têkildarî êrişa ku li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat û qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz daxuyaniyeke nivîskî weşandin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişên bêhejmar ên beriya niha nehatine ronîkirin û faîl nehatine dîtin ev êriş berdewam dikin û ev tişt hat gotin: “Em diyar dikin ku ev êrişa partiyeke siyasî û meşrû HDP’ê hedef girtiye, polîtîk e. Em dixwazin gotinên ku mûxalîfan hedef digirin bi dawî bibin û ev êrîş bi hemû hûrgiliyên xwe ve were lêkolînkirin, ronîkirin û faîlên wan werin darizandin.”
 
Banga mezinkirina têkoşînê hat kirin 
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî tundiya hatiye avakirin, em ê bi hêza xwe û zanîna xwe li her qada jiyanê têbikoşin. Em bang li kesên ku aliyê jiyaneke wekhev, adil û azad digirin, dikin ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin.”