Pero Dundar : HDP gel e

  • 14:04 21 Hezîran 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - HDP'yiyên ku xwestin li dijî êrişên li ser HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz bimeşin hatin astengkirin. Pero Dundar di daxuyaniyê de axivî û got:"Hûn nikarin HDP'yiyan asteng bikin. HDP  gel e."
 
Rêxistina HDP'ê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin ji ber deriyê avahiya HDP'ê ya navçeya Nisêbînê heta Parka Aştiyê bimeşin. Bi sedan polîs û erebeyên wan ên zirxî yên ku avahiya HDP'ê dorpêç kirine destûra meşê nedan. Ji ber ku dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin polîsan gef li ciwanan dan xwarin û gotin:"Me we yek bi yek tespît kir. Em dizanin hûn kî ne. Em ê we bigirin." Li dijî astengên ku derxistine girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî da. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û hevserokên wê yên bajêr Şukran Erol, Weysî Parildi, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevserokên HDP'ê yên bajêr Perîhan Agaoglu, Salîh Kuday, parlamenter Pero Dundar, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî çalakiyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç ve hat xwendin û got:"Em ê hesabê qetilkirina hemû rêhevalên xwe bipirsin."
 
'HDP gel e'
 
Di daxuyaniyê de parlamentera HDP'ê Pero diyar kir ku ew kujeran baş nas dikin û wiha berdewam kir:"Qetilkirina hevala me ne karê yek kesî bû. Em polîtîkayên ku pişta bûyerê digirin dizanin. HDP'ê weke hedef didin nîşandan û van êrişan, qetlîaman rewa dikin. Ev jî ji ber ku AKP'ê serkeftina li Kobanê tehemul nekir." Pero di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan li ser erêkirina girtina HDP'ê. Pero wiha domand:"Dibêjin em ê partiyê bigirin. Henekê xwe bi gel dikin. Lê HDP ne ya yekem ne ya dawî ye jî. We avahiyên me girt lê hûn nikarin gelê me bigirin. Hûn nikarin vîna me bigirin. Hûn avahiyên me bigirin jî kolan, meydan ên me ne. HDP di malan de ye, dengê gel e. Hûn nikarin me asê bikin. Em ê dev ji doza xwe û têkoşîna xwe bernedin."
 
Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "HDP gel e gel li vir e", " Denîz Poyraz nemir e"   çalakî bi dawî kir.