Malbata Sêvê Demîr serdana şîna Denîz Poyraz kir

  • 12:56 21 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Malbata Sêvê Demîr serdana şîna Denîz Poyraz kir û got: “Sêvê, Fatma, Pakîze û Denîz hatin qetilkirin lê bi hezaran hatin şûna wan.” 
 
Ji bo endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin li ber nûnergeha HDP’ê ya taxa Çîmentepe Doga ya bi ser navçeya Konaka Îzmîrê ve şîn hatiye dayîn. Malbata Denîz, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî û rêveberên HDP’ê li cihê şînê ne û serdanên sersaxiyê pêşwazî dikin. 
 
Endamên Komîsyona Jinan û Malbatê ya CHP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Fîgen Nazîfe Karahan, Tugba Donmez, Kîmet Batmaz hatin serdana şînê û ji malbatê re sersaxî xwestin. 
 
Dayik û bavê endama Meclîsa Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) Sêvê Demîr a li Silopiya di sala 2016’an de hat qetilkirin, Sakîne û Abdulazîz Demîr hatin serdana şînê û sersaxiyê ji malbatê re xwestin. 
 
Sakîne Demîr destnîşan kir ku bedel dayîna Gelê Kurd berdewam dike û got: “Sêvê, Hevrîn Xelef, Denîz, Pakîze, Fatma û bi hezaran ku me navê wan negot hatin qetilkirin. Bi hezaran jî hatin cihê wan. Ji bo azadiyê divê yekitiya Gelê Kurd xurt bibe. Bi hezarê salan e Gelê Kurd li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Ez wisa bibawerim wê serkeftin a gelê me be. Şehîd namirin.” 
 
Serdanên ji bo sersaxiyê berdewam dikin.