Koma 94’an çalakiya greva birçibunê ya li Mexmûrê dewr girt

  • 11:03 21 Hezîran 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 94’an dewr girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 186 roj in berdewam dike îro koma 94'emîn dewr girt. Beriya çalakî dest pê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
 
‘Em weke ciwan erk û berpirsyartiyên xwe di azad kirina Rêber Apo de dibînin’
 
Li ser navê çalakvanan Helena Turgot wiha got:"Li ser navê çalakvanan xêrhatina hemû gel dikim. Em di pêvajoyek wisa de ne ku li ser çar parçeyên Kurdistanê, li ser Şengal Mexmûr, Rojava û herî dawî li ser jina ku bi navê Denîz Poyraz di şexsê hemû jinên Kurdistanê de êrîşên cur be cur tên meşandin. Êrîşên ku niha li serê çiyayên azad li ser hêzên gerîla tên meşandin ji derveyî exlaq e. Ji ber ku çekên kîmyewî tên karanîn. Dijminê me hemû hêviyên xwe dide teknîkê lê dîsa jî bi ser nakeve û gerîlayên azadiya Kurdistanê li hember van êrîşane berxwedanek bêhempa û rihê fedayî nîşan didin. Îro hêzên NATO kom dibin û plansaziya xwe li ser tunekirina gelê kurd çêdikin. Di vir de dîsa komploya navneteweyî berdewam dike, li pêşiya me şerekî giran heye, şerê hebûn û tunebûnê ye. Hebûna me weke gelê kurd û gelên azadîxwaz girêdayî azadiya Rêber Apo ya fîzikî ye. Taybet em weke ciwan erk û berpirsyartiya xwe di azadkirina Rêber Apo de dibînin."
 
Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bê Serok Jiyan Nabe","Bijî Berxwedana Zindanan","Bijî Berxwedana Mexmûrê" bi dawî bû.