Denîz Poyraz a biçûk, malbata Denîzê nas kir

  • 09:08 21 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz a li Cizîrê hat dinê bi dayik û bavê Denîz Poyraz a hat qetilkirin re bi telefonê axivîn. Du malbatan got, "Denîzek çû bi milyonan denîz hatin."
 
Navê Denîz Poyraz a ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  hat qetilkirin navê wê li Cîzîrê li zaroka ku di heman rojê de ji dayika xwe re bû hatibû kirin. Dayika Denîz Fehîme û bavê wê Abdullah Poyraz, bi dayika zaroka nû li Cîzîrê ji dayik bû Ayşe û bavê WÊ Cembelî cîn re bi telefonê axivîn. 
 
 Wê bên serdanê
 
Ayşe û Cembelî yên ku ji malbatê re sersaxî xwestin gotin, "Denîza we bû denîza herkesî bû denîza tevahî kurdan. Hun jî keça xwe Denizê bibînin û ji bo vê em dixwazin bên serdana we."
 
'Hemû şehîd yên me ne'
 
Fehîme ya ku kêfxweşiya xwe anî ziman ji Ayşeyê re got derbasî be û wiha berdewam kir, "Xedê wê bi tendirust mezin bike. Ji min re gotin Denîzek çû yeke din hat . We navekî wê jî gotiye Poyraz. Ez gelek kêfxweş bûm.  Dema ku Rahşanê jî li Kadîfe Kaleyê şehîd bû min navê wê li keça xwe kiribû.  Hemû şehîd ên me ne. Bila hemû Denîz bi tendursit bin."
 
Bila bi milyonan Denîz hebin
 
Bav Abdullah jî sersaxiya Ayşe û Cembelî bersivand û got, "Bila serê Gelê Kurd sax be, Denîzek çû bi milyonan denî hatin. Bila Denîz bi milyonan bin, xwedê wê bi tendirust mezin bike û bila Gelê Kurd sax be .Denîz ya me hemûyan e. Bila dilê dayika êdî neêşe. Denîzê jiyana xwe ji dest da lê li Botanê ji dayik bû."