'Girseyek li pêşberî me heye, behsa exlaq dike lê bêexlaq e'

  • 09:05 21 Hezîran 2021
  • Rojane
Sena Dolar
 
STENBOL - Parêzvana mafên mirovan Zeynep Duygu Agbayir bertek nîşanê têgeha exlaq ku li ser bedena jinê tê venasîn û ji şîdeta mêr re pêşî vedike û got: “Desthilatdariyê li vî welatî li ser bedena jinê şer meşand. Girseyeke ku pir behsa ahlaq dike lê bêahlaqe li hember me ye. Ger em bi hev re jiyankirinê biser nexînin, em ê rêbazên din biceribînin. Ger em bi hev re ji bijîn em vê dijahlaqiyê najîn.”
 
Rojên borî de li Amedê jinek ku diçû marketê ji ber cil û bergên xwe bi şîdeta mêrekî re rûbirû hatibû. Mêrên ku xwe dispêrên pişt têgeha ‘exlaq’ şîdeta xwe jî ji ber vê rewa dikin. Desthilatdariya ku bi feraseta ‘jina makul’ û di bin navê ‘ahlaq’ de polîtîkayan pêş dixîne, pêşiya şîdeta li hember jinan vedike. Desthilatdarî bi gotinên xwe jinan dike hedefa êrîşan û hîmê afirandina civakek ji rêderketî û zextxwir davêje.
 
Parêzvana mafên mirovan, femînîst Zeynep Duygu Agbayir derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got bêahlaqî nikare li ser bedena jinê bê venasîn û got girseyeke ku pir behsa exlaq dike lê bêahlaqe li pêş me ye.
 
Zeynepê diyar kir ku têgeha ahlaq li ser jinan tê meşandin û yek ji bandora vê jî şîroveya ol ya baviksalariyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Exlaq li gorî kê, li gorî çi? Ji aliyê civakê ve çarçoveyek tê xêzkirin. Etekê kin an jî turban  li pêş êrîşê ne asteng e. Li Amedê jinek û li Nîşantaşi jî jinek bi turban bi êrîşê re rûbirû dimîne. Hem sedemên polîtîk, hem globalkirin û hem jî ji ser ahlaqê jinan venasîn hene.  Dema ji cil û bergên  diyarkirî bê derxistin bêahlaqî dikeve dewrê.”
 
‘Jina ji makulbûnê dertê rastî bêahlaqiyê tê’
 
Zeynebê bi lêv kir ku mêr jinan wekhev nabîne û ji ber vê jî jinan di bin xwe re dibînin û wiha got: “Dema jin ji makulbûnê dertên, ji aliyê mêran ve pisgirêk dertên holê. Dem bi dem olê sedem nîşan didin.  Têgehên namûs û îfetê li ser jinan vedinasînin. Gelo ev têgeh dema ku mêr dibin mijara gotinê, vediguhere heman tiştî? Mêr di jiyana xwe de evîn û seksê bikin jî dibêjin ‘mêr e dike’. Desthilatdarî ji bo jinan ducanî dibêje nikare wisa derkeve derve. Zimanekî desthilatdariyê ya ku dibêje bila jin çawabe, li pêş me ye. Dema ji jina makul dertên jî rastî hewlesta bêahlaqbûnê tên.”
 
Zeynepê dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Fatureya muhafazakarî û jirêderketinê li jinan tê birîn. Me di rakirina Peymana Stenbolê de jî heman tişt dît. Niha qanûna 6284 ji nîqaşê re vedikin.  Ev hemû dibêjin ‘jin ji kontrolê derketine’ û otorîteya ol bikar bînin. Bêexlaqbûnê desthilatdarî vedinasîne. Desthilatdarî dixwaze profîla ‘jina makul’ biafirîne. Girseyeke ku behsa ahlaq dike lê herî zêde ew bêexlaq e li hember me ye. Ger em bi hev re jiyankirinê biser nexînin, em ê rêbazên din biceribînin. Ger em bi hev re ji bijîn em vê dijexlaqiyê najîn.”