ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'ê

  • 09:00 21 Hezîran 2021
  • Rojev
*Tulay Hatîmogullari êrîşên li hember HDP’ê û geşedanên li welat nirxand û got: “Ji bo desthilatdariya heyî û rejîma yek kesî bê mayîndekirin , li dijî têkoşîna muxalefeteke li dijî vê pêk bê, hêzên paramîlîter yên wek SADAT li aliyekî amade dihêlin û di vê rêxistinbûnê de para wezareta karê hundir girîng e.” BI DÎMEN
 
*Ev ne cara yekemîn e ku hevalek me ji nav me bar kiriye û ne cara dawî ye jî. Ev ax her tim di bin êrîşên hovane, di bin destên qirêj de ye. Vê axê û kesên li ser gelek kuştin, mirin, qetlîam û xwîn dîtine. Lê ka bêjin vê axê kengî serê xwe tewandine? JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Parêzvana mafên mirovan Zeynep Duygu Agbayir bertek nîşanê têgeha ahlaq ku li ser bedena jinê tê venasîn û ji şîdeta mêr re pêşî vedike û got: “Desthilatdariyê li vî welatî li ser bedena jinê şer meşand. Girseyeke ku pir behsa ahlaq dike lê bêahlaqe li hember me ye. Ger em bi hev re jiyankirinê biser nexînin, em ê rêbazên din biceribînin. Ger em bi hev re ji bijîn em vê dijahlaqiyê najîn.” BI DÎMEN 
 
*Jinên li dijî êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz li kolanan bûn diyar kirin ku di şexsê Denîzê wê ji bo hemû jinên hatine qetilkirin li qadan bin û gotin bi hemû hêza xwe wê bersiva xwe bidin. BI DÎMEN 
 
*DBP , KCD , HDP di çarçoveya plansaziya xwe de li Nazmiyeya Dêrsimê de serdana gund û malbatan wê bike.(09:00-16:00) BI DÎMEN
 
* TJA, derbarê Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê hat qetilkirin li Kolana Hûnerê ya Silopiyê daxuyaniyê bide. (16.00)  BI DÎMEN