Iraqê Şandeya Aştî û Azadiyê asteng kir

  • 14:46 20 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Aşitî û Azadiyê ya navnetewî ku xwest bi şêwazê du komên cûda serdana Şengal û Mexmûrê bike, bi bahaneya vîzeya wan a Iraqî nîne, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin.
 
Şandeya Aşitî û Azadiyê ya navnetewî ya bi kampanyaya “Kurdistanê biparêze” daye destpêkirin, îro di saetên sibehê de bi şêwazê du koman xwestin serdana Şengal û kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bikin.
 
Şandeya Mexmûrê li Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate astenkirin. Bi heman awayî destûr ji bo koma ku xwestin biçin Şengalê jî ne hate dayîn.
 
Endamên şandeyê diyar kirin tevî hemû hewldanên wan jî hêzên Iraqê destûr nedane serdana Şengal û Mexmûrê bikin û weke sedem jî nebûna vîzeya Iraqî dane nîşandan.
 
Tê gotin ku wê şande îro di saetên êvarê de (17.00) têkildarî êrîşa li dijî gundê Gelale ya Şarbajêr daxuyaniyekê bide çapemeniyê.