Li Mexmûrê Çalakiya greva birçîbunê di roja 185’an de ye

  • 10:36 20 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 185’an de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 93’yan di roja 185’an de berdewam dike.
 
Çalakiya grevê ku li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî serdana wê tê kirin.
 
Li ser navê koma gel ku îro çû serdanê Emîne Gabarî axivî. Emîne di serî de çalakiya gireva birçîbûnê ku hatiye destpêkirin silav kir û wiha berdewam kir: ‘’Em Gelê Kurd di pêvajoyeke giran re derbas dibin, rojane êrişên dijwar li ser gelê me tên meşandin û rojane em şehîdan didin. Li hemberî van hemu pêkanînên dijmirovî çi dibe bila bibe em gavê paşde navêjin û em ê li ser piyan bin. Li hemberî van êrişan em bi taybet jin û dayîk serî natewînin. Li ser navê gel careke din çalakiya we pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.’’ 
 
Li ser navê koma di çalakiyê de jî jina ciwan Hîvîdar kabul  xêrhatina koma gel ku hatibû serdana wan kir û wiha got: ‘"Em  ciwan dixwazin xwedî li vê pêvajoyê derkevin û erka xwe dizanin, çalakiya gireva birçîbûnê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpê kirin wê bi biryardarî heta dawiyê bi dome.’’