Dayika Denîz Poyraz a biçûk: Em Denîzên nû mezin dikin

  • 09:45 20 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Piştî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê, li Cizîrê di 17’ê Hezîranê de zaroka nû ji dayik bû navê  "Denîz Poyraz" lê hatibû kirin. Dayika Denîz Poyraz a biçûk anî ziman ku êdî bila Denîz neyên qetilkirin û got: “Denîzek hat qetilkirin, lê em Denîzên nû mezin dikin.”
 
Di 17’ê Hezîranê de kûjer Onur Gencer bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de girt û xebatkar û endama partiyê Denîz Poyraz a di hindirê avahiya partiyê de qetil kir. Li dijî qetilkirina Deniz li her qadê û deverê bertek her ku diçin mezin dibin. Di 17’ê Hezîranê de jî piştî qetilkirina Denîz Poyraz bi armanca xwedîderketina li Denîzê û jiyandina navê wê zaroka nû li Cizîrê ji dayik bû navê "Denîz Poyraz" lê hat kirin.
 
‘Em Denîzên nû mezin dikin’
 
Dayika Denîz Poyraz a biçûk Ayşe Cîn, anî ziman ku ji ber êrîşa  pêk hat gelek xemgîn bûne û wiha berdewam kir: “Min ê navê keça xwe bikira Arya. Lê belê roja ku Denîz hat qetilkirin keça min ji min hat ji min re bû. Qetilkirina Denîzê me xemgîn kiriye û ji ber vê jî  me navê keça xwe kir 'Denîz Poyraz'. Jinek hat qetilkirin û ez gelek pê xemgîn bûm. Êdî bila jin neyên qetilkirin. Denîzek hat qetilkirin, lê em Denîzên nû mezin dikin.  Em ê xwedî li têkoşîna Denîz Poyraz derbikevin û navê wê li her derê bi bîr bînin. Ji bo ku em Denîzê bidin jiyîn û navê wê tim bi bîr bînin me ev nav li keça xwe kir. Her wiha em dixwazin ku ev Denîz Poyraz a me ji dayika Denîzê re bibe hêvî û bila bizanibe ku keça wê dijî. Em ê hemû jinên kurd bi hev re xwedî berxwedana Denîz derbikevin û bidin meşandin.”