Girtî Arjîn Yuksekbag: Li girtîgehê mafê min xesp kirin

  • 09:03 20 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Arjîn Yuksekbag a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, diyar kir ku nameya ku ji Dersîm Dag a HDP’î re şandiye ji aliyê îdara girtîgehê ve hatiye xwendin û wiha got: “Nameyên ji saziyên fermî û kesan re tên şandin bi tu awayî nikare bê vekirin û xwendin, nikare bê kontrolkirin. Lê girtîgeh rêziknameyê tune dihesibîne mafê girtiyan xesp dike. Ev helwestek siyasî ye.”
 
Zextên li ser civakê her diçin zêde dibin û ev bandor li ser girtîgehan jî dike. Li girtîgehan bi sedan girtiyên siyasî her roj bi binpêkirinên mafan yên nû re tên rû hev, girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ligel vê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û 206 roj li pey xwe hişt.
 
Yek ji navendên binpêkirina maf girtîgeha jinan a Sîncanê ye
 
Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên mafan pir zêde lê tê jiyîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Tê hînbûn ku gelek girtiyên nexweş dermankirina wan nayê kirin û tê taloqkirin. Girtî di mijara ku dernakevin qadê hevpar û bernameyan, nerazîbûnên xwe tînin ziman û diyar dikin ku guherîna odeyan bi awayekî kêfî nayên kirin. Girtî helwesta gardiyan û rêveberiya girtîgehan jî rexne dikin û dibêjin bi rêziknameyên kêfî tev digerin. Dîsa li heman girtîgehê ji ber grevên birçîbûnê der barê girtiyan de lêpirsîn hat vekirin û di rojên borî de girtî çûbûn dozgeriyê îfade dabûn.
 
 Ji girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiya bi navê  Arjîn Yuksekbag ji ajansa me re nameyek şand û binpêkirinên mafan vegot.
 
Arjînê da zanîn ku di Gulana 20172'yan de li Êlihê bi ser mala wê de hatiye girtin û piştre di çarçoveya lêpirsînê de ew biriye Kirşehîrê û li wir 10 rojan di bin çavan de maye, piştre şandine Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Arjîn du salan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê’ hat darizandin û 9 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Arjîn 4 sale li girtîgeha Sîncanê girtiye.
 
Nameya Arjînê ya ji ajansa me re şandiye wiha ye:
 
“Ev demek dirêj e bi taybet ji ber pandemiyê di mijara nameyan de gelek pirsgirêkan em dijîn. Bi kêfî ya dereng didin yan jî qet naşînin. An jî wek tune ne tev digerin. Ji ber vê min xwest ez vê rewşê bi we re parve bikim.
 Ji ber nivîsa Kurdî hebû, wergera wê hatiye kirin û şandin
 
Herî dawî min di zerfê de ji Parlamentera HDP’ê ya Amedê Birêz Dersîm Dag re name şand. Demek dirêj name li girtîgehê hat payîn. Bi dehan carî min xwest aqûbeta nameyê fêr bibim lê  bersiv nedan daxwaznameyên min. Li ser vê min li dadgehek bilind gilî kir, ez fêr bûm ku hefteya borî nameya min gihiştiye. Heman rojê ji dadgeha jor teblîg hat û min dît ku hinncetek cuda dane pêş. Di teblîgê de wiha dihat nivîsî; ‘…Di daxwaznameya xwe de ji bo Dersîm Dag ku wek parlamentera HDP’ê ya Amedê behs dike, nameya di zerfê de hatiye şandin, lê gotiye ku hîna name negihiştiyê. Li gorî rêziknameya têkildar, nameya ji bo merciyên fermî û parêzer tên şandin ne  di çarçoveya kontrolê de ye. Ji ber vê nameya ji bo kes taybet tê şandin hatiye vekirin, nivîsa Kurdî hatiye wergerandin û şandin…’
 
Bi nêzîkatiyek siyasî nêz bûne
 
Wek di rêziknameyê de jî hatiye gotin nameyên ji saziyên fermî û kesan re tên şandin bi tu awayî nikare bê vekirin û kontrolkirin.Lê rêziknameya girtîgehê tune hatiye hesibandin û mafê min hatiye xespkirin. Bi nêzîkatiyek siyasî nêz bûne. Ji ber li ser zerfê navnîşana merciya fermî, navnîşana TBMM’ê hebû.  Tê îdiakirin ku name ji bo  kes taybet hatiye şandin. Lê wek tê îdiakirin nîne. Min ji saziyek fermî û keseke parlamenter re şand. Vê rewşê hinek pirsnîşan jî bixwe re anî. Ev tê vê wateyê ku nameyên heta niha me ji saziyên fermî re şandine hatine xwendin û heta belkî jî nehatine şandin. 
 
Sûcên xwe kamufle dikin
 
Ev demeke em bi pirsgirêkên wisa re tên rû hev û di nameya dawî de min hewce dît ku ez bişopînin û derket holê ku şopandina min gelek di cih de bûye. Ya balkêş jî ev e ku name hatiye vekirin, nivîsa Kurdî hatiye wergerkirin û şandin. Lê nameya ku divê nehatiba vekirin, vekirine û li gorî rêziknameya li jor vedibêjin tev negeriyane. Bi van daxuyaniyan jî tenê sûcên xwe kamufle dikin.
HDP sêyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye.
 
Ev rastiyek e, HDP îro sêyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye û Birêz Dersîm Dag jî ji sedî 80 deng ji Amedê girtiye û hatiye hilbijartin. Lê vê rastiyê piştguh dikin û bi biryarên ku atmosfera siyasî nîşan didin,  hincet nîşan dane. Ez vê terza gotinê û hincetê qebûl nakim, em nakin û heta dawî em ê şopdarê wê bin. "