Ji dayika Rahşan Demîrel peyama 'Sekna dayikên kurd wê kela zilmê hilweşîne'

  • 17:27 19 Hezîran 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Serdanên serxweşiya malbata Denîz Poyraz didomin. Dayika Rahşan Demîrel jî peyam ji bo şîna Denîz şand û got: "Sekna dayikên kurd dê zilmê hilweşîne." 
 
Serdanên serxweşiya malbata Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat qetilkirin a li Taxa Çîmentepe Doga ya li navçeya Konakê dewam dikin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîsên Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu û şandeya pê re û endamên Meclîsa Şaredariya Bornova di nava rojê de, serdanên serxweşiya malbatê kirin. 
 
Di nava rojê de ji bajarên weke Şirnex, Amed, Enqere, Mêrdîn û gelek bajarên din, peyamên serxweşiyê ji bo malbatê hatin şandin.
 
Malbata Rahşan Demîrel a di 21’ê Adara 1992’yan de, li Kadîfekale bedena xwe da bû ber agir jî, ji malbata Denîzê re peyama sersaxiyê şand. Di peyama li ser navê dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel hat şandin de, wiha hat gotin:  “Li ser bedena Rahşan a ku bibû Newroz, qêrîniya min a ku 'em ê li ber xwe bidin' li seranserê welat deng veda bû. Piştî 30 salan, îro cardin dayikek kurd li Kadîfekale bi qêrîna ‘em ê tune nebin’ hemû dilan dilerizîne. Ger dem mîna çemekê biherike jî, dê sekna dayikên kurd kela zilmê hilweşîne.”